- Hêzên îstîxbarata rejîma Îranê, Îtlaetê derhênerekî ji Rojhilatê Kurdistanê kire nezaretê.
Hêzên îstîxbarata rejîma Îranê, Îtlaetê derhênerekî ji Rojhilatê Kurdistanê kire nezaretê.
Li gorî nûçeyeke Kolbernewsê, pêr hêzên Îtlaetê yên rejîma Îranê derhêner Mîqdad Hesen Nejad ê 27 salî yê ji bajarê Seqizê kiriye nezaretê.
Derbarê sedema kirina nezaretê ya derhênerê Kurd de ti agahî nehatin belavkirin. Nayê zanîn bê ka Mîqdad li ku tê ragirtin jî.
Derhêner Mîqdad Hesen Nejad bêhtir kurtefilman çêdike û kurtefilmên “Vegerek din a şeqaman”, “Bazne” jî ji kurtefilmên wî ne.
SEQIZ