Îranê Bahare Lellehi darvekir!

Nûçeyên Çand/Huner

În 14 Hezîran 2024 - 00:47

Derhênera Sînemayê Bahare Lellehi ku di serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” piştî kuştina Jîna Emînî de li Îranê hatibû girtin, di girtîgehê de hate qetilkirin û bêyî haya malbata wî li Goristana Beheş Sakine ya li Kerecê hat veşartin.

Derhêner Bahare Lellehi ya di sala 2022’an de bi hinceta xebatên dema serhildanên “Jin, Jiyan, Azadî” de 10 rojan hate destgîrkirin û di sala 2023’an de carek din hate destgîrkirin û girtin. Piştî Bahare Lellehi hate binçavkirin bi mehan agahî jê nehat girtin.

Hemû serlêdanên malbatê yên li gelek saziyên dewletê yên ji bo der barê rewşa keça xwe de agahî bistînin bê bersiv man.

Bi zelalî li kuştina wê bikolin

Înstîtûya Kurtefilman a Mala Sînemaya Îranê der barê mirina bi guman a Bahare Lellehi ya di girtîgehê de daxwaza daxuyaniyeke lezgîn ji hikûmeta Îranê kir. Piştî nûçeyên der barê “kuştina” Bahare Lelehi di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de, Serokê Desteya Rêveber a Înstîtûya Kurtefilmên Îranê ya girêdayî Mala Sînemaya Îranê, daxwaza ronîkirina bûyerê kir. Înstîtûya Kurtefilman a Mala Sînemaya Îranê di malpera xwe ya fermî de daxuyaniyek da û got: "Em sersaxiyê ji endamên Mala Sînemaya Îranê û Civata Kurtefilman a Îranê re dixwazin. Em dixwazin lêkolînek zelal li ser bûyera bi êş re bê kirin.”

TEHRAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.