Îran û Tirkiye tehlûke ne 

Nûçeyên Cîhan

În 4 Mijdar 2022 - 00:01

  • Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd got: “Em hêvîdar in ku çavkaniya avê li Iraqê bi pêş bikeve. Herwiha guftûgo li gel Tirkiyeyê û Îranê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê hebe.”

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd di kongreya lûtkeya welatên Ereb de got, aliyê Tirkiye û Îranê avê ji ser Iraqê dibirrin û ev metirsî ye li ser ewlehiya Iraqê.

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd di 31. Kongreya Lûtkeya welatên Ereb a li Cezayîrê de axivî û diyar kir ku bendavên Îran û Tirkiyeyê yên li ser çemên diherikin Iraqê de, bûne sedema metirsiya li ser ewlehiya ava Iraqê û daketina asta ava Iraqê.

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd got: “Em hêvîdar in ku çavkaniya avê li Iraqê bi pêş bikeve. Herwiha guftûgo li gel Tirkiyeyê û Îranê ji bo çareserkirina pirsgirêka avê hebe.”

Piştî ku Letîf Reşîd weke serokkomar hate hilbijartin, yekem serdana xwe ya ji derve ji bo tevlîbûna lûtkeya welatên Ereb a li Cezayîrê pêk anî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.