Îran her roj êşkencê li kolberan dike

Pêncşem 23 Hezîran 2022 - 22:36

  • Roja Sêşemî yanî 21´ê Hezîranê Kolberê Kurd Suheyb Qîtolî yê ji bajarê Ciwanroyê, ji ber ku hêzên leşkerî yên Îranê li ser sînorê Newsûdê lê dan, êşkence lê kirin, birîndar bû.

Roja Sêşemî yanî 21´ê Hezîranê Kolberê Kurd Suheyb Qîtolî yê ji bajarê Ciwanroyê, ji ber ku hêzên leşkerî yên Îranê li ser sînorê Newsûdê lê dan, êşkence lê kirin, birîndar bû. Hêzên Îranê bi êşkenceyê çavê wî yê çepê birîndar kir û bêhvila wî jî şikand.

Heman rojê Kolberekî din yê Kurd, Serwer Restigar î kurê Kerîm ji xelkê gundê Serdûş ê ser bi bajarê Merîwanê bi sedema gulereşandina hêzên leşkerî yên Îranê li ser sînorê Dolebî a wî bajarî, birîndar bûbû. Ji bo dermankirinê ew birin nexweşxaneya Merîwanê.

Çarşemê yanî 22´yê Hezîranê jî Koberekî Kurd bi guleyên saçimeyî li ser sînorê Newsûdê birîndar bû. Ev kolber Mihemed Şemsînijad e û ji xelkê gundê Cûlande yê ser bi bajarê Sewlava ye. Ew jî ji ber ku hêzên leşkerî yên îran gule lê reşandin, li devera Newsûdê, li ser sînor bi 10 berên saçime birîndar bû. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.