Înîsiyatîfek ji bo heşînkirina Rojava: Keziyên Kesk    

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 17 Adar 2021 - 01:26

  • Gava ciwanekî Kurd hema digihîşt welatekî Ewrûpayê, yekser profîla facebooka xwe diguherîne û fotoyekî ku li ber çend daran yan jî li ber goleke avê girtiye, dadixe! ... Ev ji me re balkêş bû.

ZÎWER ŞÊXO* 

Ne tenê ziman cand û hebûna me Kurdan armanca siyasetên bişaftin û qirkirinê yên dewletên dagirker bûn, wan di sedsala bihurî de ta roja me ya îro sererd û binerda welatê me talan kiriye. Wan jîngeha welatê me jî talan kiriye.

Ev bi salan e siyasetên hevpar di navbera Dewleta Tirk û Sûriyê de bi armanca têkbirina jîngiha Rojavayê Kurdistanê tên meşandin. Di encama vê hevkariyê de dewleta Tirk pênc çemên herêmî ku ji Bakurê Kurdistan diherikin binê xetê yanî Rojavayê Kurdistanê, çikandin. Bi çikandina çemên herêmî re ziyaneke mezin li xwezaya Rojava bû.

Ev yek di demekê de çêbû ku dewleta Sûrî Rojavayê Kurdistanê kiribû devera tenê genim û ceh lê were çandin; ev jî beşek ji siyaseta wê ya kara herî zêde bû.

Çikandina çemên herêmî û siyaseta dewleta Sûrî gorepanên kesk anîn ber nemanê. Di sala 2011´an de li rojhilatê Sûriyê rêjeya erdên dar lê çandî ji sedî 1,5 hatiye pîvan. Li cîhanê ev rêje ji sedî 10-11 e. Maneya vê jî ew e ku ji sedî 90 valabûnek heye.

Siyaseta dîlgirtina civakan

Rastiyeke din jî em li zêde bikin: Ji sedî 80´yê nexweşên pençeşêrê li Sûriyê xelkê Bakur Rojhilatê Sûriyê ne. Dema haya mirovan ji van hejmaran çêdibe, bi felaketa li ser me hatiye ferzkirin, dihise.

Jixwe, niha Dîcle û Ferat ketine hedefa dewleta Tirk û dewleta Tirk dixwaze bi carekê re civakên ku ji destpêka dîrokê ve li ber qiraxên herdu çeman dijîn, dîl bigire.

Pirr balkêş bû ji min re, gava ciwanekî Kurd hema digihîşt welatekî Ewrûpayê, yekser profîla facebooka xwe diguherîne û fotoyekî ku li ber çend daran yan jî li ber goleke avê girtiye, dadixe! ... Ev ji me re balkêş bû. Em gihandin wê baweriyê ku di rewşa heyî de berhema siyaseta dijminên welatê me ne xweş e. Lê ma em bi vê rastiya ferzikirî razî bibin?! Madem em bi van rastiyan tevan dizanin wê çaxê wek ciwanên vî welatî di vabû em bi berpirsiyariya xwe rabin.

Ji ber vê, li Rojavayê Kurdistanê, li vî cihê ev  heft sal in em lê xwe birêve dibin, di bin sîwana Rêvebiriya Xweser de li Akademîyên Civaka Demokratîk bi rojan perwerdeya ekelojiyê tê kirin, ji ber vê jî zemîna gavên mezin hatibû avêtin.

Weke înîsiyatîfa Civaka Sivîl

Destpêşxeriya (Înîsiyatîfa) Keziyên Kesk wek nerazîbûna ji siyasetên li dijî ekelojiyê, li dijî xwezaya Kurdistanê, her weiha wekî encama Rêveberiya Xweser em dikarin bidin nasîn.

Di mijdara 2020´an de weke grupek piçûk a rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, piştî nîqaşên berfereh, em gihîştin wê baweriyê ku tenê birexistinkirina saziyên Rêveberiya Xweser wê enceke ber bi çav bi xwe re neîne û pêwîst e wek civaka sivîl em bibin alîkar. Ji ber ku welatek wêran bi çendek xebatkarên şaredariyan wê nikaribe rabe ser piyan û  geşedaneke di warê ekelojîk de bide peydakirin. Di destpêkê de hin nihêrînên weke, "em du, sê hezar daran li ser riyan biçînin" derketin pêş. Lê dema ku me lêkolînên xwe hinekî berfereh kirin, me dît ku karesat û felaketek heye û pêwîstî bi bi gelek daran heye.

Weke destpêk 4 milyon dar

Weke destpêkê me xwest ku li ser çar milyon daran em hesabê xwe bikin. Me dît ku li çar milyon daran wê qederê 28 Miliyar lîreyên Sûrî biçin. Û divê  em ji derveyî Rojava şitlan bikirin. Çima ji derveyî Rojava, ji ber li Rojava me şitelgeh nînin! Jixwe, pereyekî me yê ku em pê ne çar milyon daran lê çar daran jî bikirin, tineye.

Lê em di projeyê de ji berê bêhtir bi israr in, ji ber vê me biryar da ku em ji binî ve vê pirsgirêkê çareser bikin û ev nihêrîn derket pêş: Madem ax av tava me heye û xwebexşî û fedekarî ji gelê me ne kêm e, em ê karibin bi ser kevin û vê projeyê bibin serî.

Destpêşxeriya Keziyên Kesk, înîsiyatîfeke xelkê ya civaka sicîl e, li ser bingehê xwebexşiyê, ne bi armanca kara madî ye. Ev prensîb li ser destpêşxeriyê hatin ragihandin. Lê van prensîpan em bi zehmetiyên mezin re rû bi rû kirin. Em hemû dizanin ku civaka Rojava hîna di nava têkoşîna xweparastinê de ye beramberî dagirkeriyê, terora dewletê, embargo, têkçûna rewşa aboriya Sûrî û wekî din... Çawa mirov were, ji vê civakê bixwaze ku bi rengê xwebexş bixebite!

Ev pirsên destpêkê bûn; projeyeke ku pereyekî pirr mezin jê re pêwîst e, hûn ê çawa bê pere bi ser bixin! Bersiva me ev bû: Her kes dikeve wê xefkê ku dibêje, bê pere tişt nabin. Rast e, ne bê pere lê bi pereyekî herî kêm em ê vê projê bibin serî. 
 
Dîplomasiya di nava xelkê de

Me dest bi gereke dîplomasiyê di nava civakê de kir. Kî dikare çi bike,  me ew ji wê/wî xwest; me perê pêşin ji kesî nexwestin. Mînak, li Zanîngiha Rojava baxçeyekî berfereh heye, beşek ji projeyê re hat veqetandin û Zanîngehê xwe wek beşdarê Destpêşxeriya Keziyên Kesk ragihand. Dema ax pêwîst bû, me berê xwe da Şirketa Ehmed Temir a veguhestina pêwîstiyên avahiyan, wan jî kişandina axê girte ser xwe. Niha tûrên şitilan pêwîst in, me berê xwe da şirketa Acezîre ya petrolê û wan 4 milyon tûr girtin ser xwe bi bihayê 27 hezar dolaran. Desteya  Perwerdê li herêma Cizîrê xwest ku mamoste û xwendekarên xwe bixe nava projeyê, encûmenên bajaran, sendîkaya endezyaran û wekî din,  bi dehan sazî ketine dorê da ku destekê bidin.

Niha Keziyên Kesk wek destpêşxeriyeke civaka sivîl ber bi sazîbunê ve diçe ku bi armanca berferehkirina çanda li xwezayê xwedî derketin û berferehkirina gorepanên şînahiyê û daristanî, xwe bi rêxistin dike.

Bandora vê destpêşxeriyê li ser çend warên jiyana me wê hebin; yek ji wan wê baran bêhtir bibare, germahî wê hinekî kêm bibe, seqema zivistanî wê kêm bibe, û sofreya fêkî ya pirr feqîr a li herêmê wê zengîn bibe, sûdeke aborî a pirr girîng wê bi xwe re bîne, her wiha ji aliyê  xweşikirin û statîkê ve wê bandoreke mezin çêke.

Destpêşxeriya Keziyên Kesk, bi çavdêriya çendek endezyar û pisporên zanista ekolojîyê, tê birêvebirin, ew endezyar û pispor jî xwebexş in. 

* Berdevkê Destpêşxeriya Keziyên Kesk e û di heman demê de rojnamevan e. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.