Rêwiyê nemiriyê: Ehmed Huseynî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 11 Adar 2026 - 15:30

  • Roja sêşemê, dema ku tariyê, bajarê Stockholmê girtibû bin baskên xwe yên sar, dilê hosteyê helbesta Kurmancî Ehmed Huseynî sekinî. Ehmed Huseynî yê ku bi dehan salan bi peyvên Kurdî bû deng û rengê welatê xwe, di  71 saliya xwe de çavên xwe li jiyanê girt.

Bi koça wî re, pênûsek şikest lê mîrateyeke qewî ku dê ti carî winda nebe ma. Ew ji bo mîrateyeke wisa li pey xwe bihêle, xwe spart riste û peyvan, lewma mirinê ew nedît. Dema mirinê ew dît jî, wî jixwe di nav her rist û her peyvê de şitil dabû. Ehmed Huseynî di sala 1955'an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, di nava malbateke welatparêz û zimanhez de ji dayik bû. Amûdê ji bo wî ne tenê bajarekî li ser nexşeyê, her wiha ‘mekana xewnê’ û ‘dergûşa hunerê’ bû. Lê belê, zarokatiya wî bi birîneke kûr a neteweyî dest pê kir. Piştî salan helbesta wî ji kavil û wêrana zarokatiya wî pijiqî. Di sala 1960'î de, Şewata Sînemaya Amûdê rû da. Ew qîrîna zarokên ku di nav êgir de man, di ruhê wî de bû bingeha helbest û helbestavaniyê.

Ehmed Huseynî xwendina xwe ya seretayî û navîn li Amûdê qedand. Paşê berê xwe da paytexta Sûriyeyê, Şamê. Li wir, di nava asoya zanîngehê de beşeke girîng xwend ku bû bingeha kesayetiya wî ya rewşenbîr: Felsefe. Xwendina wî ya beşa felsefeyê, şêwazê ramîna wî û teknîka helbesta wî bi temamî ava kir. Wî felsefe nekir mijareke hişk, lê belê felsefe xist nav ruhê helbesta Kurdî. Bi saya felsefeyê, wî pirsên hebûn, tunebûn, dem û mekan di helbesta kurmancî de bi hostayî hûnand.

Karkerê qadê bû

Ehmed Huseynî ne tenê helbestvanekî ‘odeyên girtî’ bû; ew karkerê qadê û avakerê saziyan bû. Di salên 80'yî de, dema ku rejîma Baasê zimanê Kurdî bi her awayî qedexe kiribû, Ehmed Huseynî bawer dikir ku ziman keleha herî dawî ya neteweyê ye. Bi hişmendiya xwe ya felsefî, wî Kurmancî ji qalibên teng xilas kir û ber bi asoyên fireh ve bir. Di helbestên wî de Kurdî bû zimanê felsefeya ontolojiyê. Wî mîna pireke zêrîn mirasa wêjeya klasîk bi teknîkên helbesta nûjen a cîhanî ve gêre û sentez kir.

Ehmed Huseynî di wêjeya Kurdî de wekî ‘Nûjenkerê Klasîkê’ bû. Wî mîrasa Medreseyên Kurdistanê yê ku li ser bingeha ‘eşqa îlahî’ û ‘estetîka peyvê’ hatibû avakirin, girt û bi Modernîzma Rojava re kir yek. Meselen di helbesta Klasîk de ‘yar’ an ‘hezkirî’ sembola xwedawendî an jî ruhanîbûneke bilind e. Ehmed Huseynî vê ‘yar’ê ji asîman û ji warên spîrîtuel tîne ser ax û xaka Kurdistanê û bi heqîqeta Kurdistanê pê vedibêje.

Di dîwana ‘Zerya’ an jî ‘Siyabend û Xecê’ de, ‘yar’ êdî ne tenê kesek e; ew dibe ‘Zimanê Kurdî’ yê ku birîndar e, dibe ‘Amûda’ ku di nav agir de maye. Wî estetîzma wêjeya Klasîk a ku bi peyvên olî xwe dide der veguherand helbesteke nûjen ku mirov wisa dikare pênase bike: Ji bo Ehmed Huseynî zimanê wî qiblegeha hebûna wî bû.

Melayê Cizîrî hostayê kêş û qafiyeyê bû. Ehmed Huseynî her çend helbesta azad dinivîsand jî, tu carî ji wê vegotina kûr a kurmanciya klasîk qut nebû. Wî peyvên ku di helbesta klasîk de pir in, hildan û di nava hevokên modern û felsefî de bi kar anîn. Vê yekê hişt ku xwendevan gava helbestên wî dixwîne, hem bêhna pirtûkxaneyên kevin ên medreseyan bistîne, hem jî di nava kolanên sar ên Stockholmê de bikaribe bi ramanên mirovên roja îroyîn re rûbirû bimîne.

Ehmed Huseynî şoreşa Modernîzmê anî nav wêjeya Kurdî. Wî nîşan da ku helbestvanek dikare mîna Melayê Cizîrî bi kûrahî li ser ‘ruh’ bisekine, lê mîna modernîstan li ser ‘bajarê herifî’ û ‘mirovê windabûyî’ jî binivîse. Wî ‘mîstîsîzma Kurdî’ ji çarçoveya olî derxist û kire çarçoveyeke ontolojîk.

Destana Nûjen

Mînaka herî berbiçav a vê şoreşê pirtûka wî ya bi navê ‘Siyabend û Xecê’ ye. Ev destaneke klasîk û folklorîk e. Lê Ehmed Huseynî ev destan ne mîna dengbêjekî, mîna nivîskarekî Egzîstansiyalîst ji nû ve nivîsand. Di vê berhemê de, Siyabend ne tenê lehengekî evîndar e; ew mirovê Kurd ê modern e ku di navbera çiyayên welat û qada mirinê de li wateya jiyanê digere. Ev yek lûtkeya modernîzma Ehmed Huseynî ye ku bi kokên klasîk ve hatiye girêdan.

Ehmed Huseynî hişt ku Melayê Cizîrî di sedsala 21'ê de, li kolanên Ewropayê û li qadên azadiyê yên Kurdistanê bi zimanekî nûjen biaxive. Wî nîşan da ku helbesta Kurdî ramaneke kûr e ku xwe dispêre dîrokê û berê xwe dide asoyên fireh.

Keda Ehmed Huseynî di pirtûkxaneya Kurdî de mîna deryayekê berfireh e. Wî zêdetirî 15 berhemên giranbiha li dû xwe hiştin.

Dîwanên helbestan:

1. Peyvên li ser rûyê avê (1988): Destpêka dengê wî yê resen.

2. Bajarê herifî (1991): Berhemeke epîk a li ser wêranbûna ruh û mekan.

3. Girtîgeha siyê (1993): Helbestên ku kûrahiya felsefî ya Huseynî derdixist pêş.

4. Bîstika tîrêjê (1998): Qala ronahiya di nav tariyê de dikir.

5. Siyên li ser rûyê bîranînan (2001): Vegerîna li zarokatiya Amûdê.

6. Siyabend û Xecê (2002): Destana klasîk bi zimanekî nûjen ji nû ve ava kir.

7. Sifrê (2003), Pistepista sîberê (2004), Dozex (2005).

8. Zerya (2006), Çirûsk (2007) û Bîra birînê (2008).

Sirgûn û hesret

Ji ber nêrînên xwe yên welatparêz û sekna xwe ya ronakbîr a li dijî tariya rejîmên dagirker, Ehmed Huseynî di salên 90'î de neçar ma ku xaka xwe biterikîne. Rêwîtiya wî ya sirgûnê pêşî ber bi Norwêcê û paşê ber bi Swêdê ve çû.

Ehmed Huseynî paşê wiha behsa vê neçariya xwe kiriye:

“Erê welato!

Em tav û tovên te,

em şûn û cîgehên te li pey xwe radikişînin

em di xirecira morî û karbanên te de:

em di asoyên bê reng de kund û qijalkan diperpitînin.

em di çîveçîva gustîlka sibehên te de dijîn,

em di pirsên te de porspî, sêwî; riswa û bêhêvî dibin.

Lê em bêriya te dikin

ey welatê bêkutayî!

Em bêriya wêrekiya pîvongên te dikin;

xweş-bîna pûnga te;

û tirşahiya tirşokên te dikin.

Em bêriya bejna hîroyê;

û keskahiya kevza te dikin.

em bêriya çîrokên kuştina te dikin..

Ma çend caran me bi nifiran tu kuştiyî

ey welatê ko di nav destê me de kêferatê dike!?!

Em bêriya:…”

Koça dawî ya Ehmed Huseynî, birîneke kûr di dilê civaka edebî de vekir. Ew wekî “şêxê helbestan” diçe ser dilovaniya xwe. Wî tu carî serê xwe li ber desthilatdariyan netewand; wî tenê li ber mezinahiya peyvê û rûmeta gelê xwe serê xwe xwar kir.

Amûdê dinalîne û Stockholm li ber bayê xemgîniyê diheje. Pênûsa Kurdî sêwî maye, lê mîrasa Ehmed Huseynî dê wekî çirayeke nemir her tim geş bimîne.

AW / ÎZMÎR / MANSUR KUYUMCU

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.