Ilopango û volkan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 11 Tebax 2022 - 21:09

  • Beatriz Cortez hunermendeke El Salvadorî ye. Înstalasyona wê ya bi navê “Ilopango, Stela A” ku ji hesin e, behsa guherînên dawî yên li ser rûyê erdê dike.

Beatriz Cortez hunermendeke El Salvadorî ye. Înstalasyona wê ya bi navê “Ilopango, Stela A” ku ji hesin e, behsa guherînên dawî yên li ser rûyê erdê dike. Naxasim jî hin bobelatên xwezayê ku rewşa avhewayê û erdnîgariyê diguherînin. Her wiha ew bi vê yekê siberoja şaristaniyên îro jî tîne ziman. 

Peykerê Beatriz Cortez weke “stelên Maya” hatiye sêwirandin. Ew bi vê yekê balê dibe ser yek ji golên herî mezin ên El Salvadorê ku niha bi lawên agir hatiye dagirtin. Gola Ilopango ji ber teqîna çiyayên volkanîk, hatibû dagirtin. Cortez jî derbarê bandora wê ya li ser herêmê de lêkolînek kir. Ji ber ku ev çend sal in, hin deverên ku civaka Maya lê bû, hatin valakirin û niha kes nikare nêzî golê bijî. Peykerê Cortez yê rengzîvîn hatiye sêwirandin, sînorên erdnîgariyan ango nexşeyan jî temsîl dike. Wê bi stelaya xwe bal biriye ser rewşên li xwezayê.

SAN SALVADOR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.