- Patrick Cabral bi kaxizên ku dişibin dantelê serê heywanan çêdike.
Patrick Cabral bi kaxizên ku dişibin dantelê serê heywanan çêdike. Di xebatên wî de gelek hurgilî hene û dema mirov baş li wan dihizire mirov dibîne ku wî kedeke mezin daye ji bo van xebatên xwe. Berhemên wî ji kaxizê bêhtir dişibin karên dîjîtal ewqasî jidil hatine çêkirin.
Cabrol ji Filîpînê ye û demeke dirêj serê xwe bi vî karî mijûl dike. Ew gelek teknîkên birrîna kaxizê jî hîn bûye. Jixwe, dema mirov li karên wî dinihêre ev teknîkên cihê derdikevin pêş. Cabrol dibêje, “Ez pirr hez dikim ku tiştên wiha bi çavê endezyarekî çêkim. Yanî ji çêkirina wêneyên xweşiktir, ez bala xwe didim kifşkirina tiştên nû. Ev kar weke xaçepirsekê ye, ez di vê rêwîtiyê de xaçepirsê çêdikim.”
Cabrol dibêje ez ji her tişta balkêş ku tê de potansiyeleke aqilane heye, îlhamê digirim. Ev berhemên min jî encama vê yekê ne.”
NAVENDA NÛÇEYAN