Hunermendekî Cirnexweş: Ai Weiwei

Nûçeyên Çand/Huner

În 23 Nîsan 2021 - 06:47

  • Hin kesan çalakiya wî ya Xistina Guldanka Xanedaniyê li hember nirxên çandî wek êrişekê bi nav kir, lê Weiwei xwe wiha parast, “Mao digot, heya em dinyayên kevn hilneweşînin, em nikarin dinyayên nû ava bikin!” Li gorî Weiwei ev guldank nûnertiya beşeke dîrokê ye ya ku di dema Şoreşa Çandî de bi destê Mao hatiye tinekirin. 

ARDÎN DÎREN

 

Li ser rûyê dinyayê hin hunermend hene bi hin çalakiyên xwe cirnexweşiyê dikin, ew bala kesên desthilatdar dikişînin û wan aciz dikin bi afirîneriya xwe. Ai Weiwei jî yek ji van cirnexwaşan e û li hemberî zextên pergalê û nakokiyên modernîteyê bi nihêrîn û xeyalên xwe têdikoşe, û çalakiyên cûr bi cûr dike. Gelek kes hez ji wî û karên wî dikin, lê gelek kes jî dijminên wî ne û gelek caran xwestine pêşî li çalakiyên wî yên hunerî bibirrin.
Ai Weiwei, afirîneriyê wiha pênase dike: “Afirînerî, rexnekirina paşerojê, guherandina statûkoyê û lêgerîna hêzên nû ye. Bi awayekî besît afirînerî bikaranîna hêza xeyalê ye. Ya herî girîng jî mirov karibe bi hêz û çalak be û di nav tevgerekê de be.” 

Weiwei li dinyayê bi dijberiya xwe tê nas kirin. Ew bi xebat, berhem û çalakiyên xwe yên hunerî her tim balê dikişîne ser pirsgirêkên insanî û mafên mirovan yên tên binpêkirin. Ew bêhtir di warê peyker, fotograf, vide-film û înstalasyonê de çalak e û bi rewşên siyasî, çandî û civakî re mijûl dibe û bi berhemên xwe rexneyên xurt li van qadan dike. 

Di dema Şoreşa Çandî ya Çînê de gelek kevneşopî û çandên berê, bi darê zorê ji holê tên rakirin û berhemên antîk tên rûxandin. Berhem û çalakiyên Ai Weiwei bêhtir vê rûxandinê tînin ziman û nîşan didin bê ka çandek li welatekî çawa tê avakirin û xerakirin. Weiwei li ser vê guherandin û rûxandinê dibêje, “General Mao digot, heta em dinyayên kevn hilneweşînin, em nikarin dinyayên nû ava bikin!” 

Ai Weiwei jî bi rexneyên dijwar yên li ser çanda welatê xwe, dinyayên nû ava dike û bala dinyayê dikişîne ser pirsgirêkên ku îro dinya giş bi wan re mijûl e. Bandora çalakî û berhemên wî ji Çînê û wêde diçe, û li dinyayê belav dibe. Ligel vê navdarbûna xwe, ew li Çînê û her wiha li gelek welatên din ji bo civakê kesayeteke xeter tê dîtin, ji lewma polêsên Çînê çend caran êriş birin ser wî û ew kirin nezaretê. Ew demekê di hepsê de jî dimîne. Sala 2011’an derketina wî ya ji Çînê hate qedexekirin. Weiwei bi çalakî û nerazîbûnên xwe bûye sembol û nîşaneya berxwedana mafên mirovan. 

Ai Weiwei kurê helbestvan Ai Qing e û sala 1957’an li paytext Pekînê hatiye dinyayê. Ji bo bixwîne ew çûye New Yorkê. Bi qasî 12 salan li wir maye û sala 1993’yan ew dîsa vegeriyaye welatê xwe. Piştî vedigere pergala siyasî ya Çînê rexne dike û bi xebatên dijberî dîroka çanda Çînê re mijûl dibe. Ligel vê yekê ew li ser nakokiya modernîteyê û pirsgirêkên mirovî yên di rojevê de jî radiweste û di vê biwarê de jî çalakiyên hunerî dike. Weiwei herî dawî ji bo penaberan li Elmanyayê çend çalakî kirin û xwest bala dinyayê bikişîne ser vê mijara girîng a ku dinyayê hemûyî elaqedar dike.

Weiwei ji bo çalakiyên xwe ti carî paşve gav navêje, wêrek tevdigere, texsîr nake û gotina xwe dibêje. Ew dibêje, ev hewldana wî tenê ne ji bo şexsê wî ye, lê ji bo her kesî ye. Weiwei wiha dibêje, “Hewldana me ya şexsî û aktivîzma me tenê bi me re elaqedar nîne; em ji bo her kesî şerê hebûnê dimeşînin.”

Çend xebatên Weiwei;

Xistina Guldanka Xanedaniyê (1995)

Yek ji xebatên wî yên ewilî ye. Ew di fotografekî reş û spî de li ber mala diya xwe, guldankeka seramîk ya 2 hezar salî ya têkildarî serdema Xanedaniyê dixîne jêr û fotografê vê çalakiya xwe digire. Wî ew guldanka seramîk bi çend hezar dolaran kiriye, lê ya girîng wateya wê ya sembolîk e. Ew nirxekî çandî ye û di çanda wan de zêde bi qedir e. Hin kesan ev çalakiya wî li hember nirxên çandî wek êrişekê bi nav kir, lê Weiwei xwe wiha parast, “Mao digot, heya em dinyayên kevn hilneweşînin, em nikarin dinyayên nû ava bikin!” Li gorî Weiwei, ev guldank nûnertiya beşeke dîrokê ye ya ku di dema Şoreşa Çandî de bi destê Mao hatiye tinekirin. 

Rast (2008)

Sala 2008’an li Sichuanê erdhejek çêbû. Di vê erdhejê de 90 hezar kesan jiyana xwe ji dest dida. Ji ber ku dibistan pirr xerab hatibûn lêkirin, hilweşiyan û 5 hezar zarok mirin. Ai Weiwei pirr hestiyar bû û hêrsa wî rabû. Weiwei dibêje, heger hikûmet bixwaze, dikare avahiyên baş ji bo zarokan çêke û dixwaze hikûmet bi berpirsyarî tevbigere.

Li ser vê yekê, ew ji nav avahiyên xerabûyî bist û hesinên xwar kom dike û dixwaze ji bo bibîranîna kesên jiyana xwe ji dest dayî, berhemekê ango peykerekî çêke. Ji hin xebatkarên ku bi karê hesin re mijûl in alîkariyê dixwaze û wan bist û hesinan wek berê li hev rast dike. Paşê jî ji bo her zarokekî bistekê bi kar tîne û wek pêlên erdhejê bi rêk û pêk dike. Ev peyker nêzî 200 tonî giran e û Ai Weiwei ev peyker di 4 salan de qedandiye. 

Lego (2016)

Di sala 2016’an de Ai Weiwei ji bo xebateke nû, miracaetî fîrmayeke Legoyan dike, lê fîrme vê daxwaza wî red dike. Ew jî vê reda li hember xwe, li ser medyaya civakî bi şopînerên xwe re parve dike û dibêje, ev yek li hemberî min sansurek e. Ev bûyer di medyaya civakî de di demeke kin de belav bû û gelek kesan jê re Lego şandin.

Ai Weiwei bi 1.2 milyon parçeyên Legoyan portreyê 176 girtiyên siyasî çêkir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.