Hunermendê şoreşger: Hozan Serhed

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 23 Tîrmeh 2024 - 00:52

  • Tevgera Azadiya Kurdistanê ne tenê di warê leşkerî de şoreş pêkanî, her wiha di warê çand û hunerê de jî, bingehek sexlem ava kir û bilind kir. Yek ji wan berên bingehîn jî Hozan Serhade. 

Bi ser şehadeta Hozan Serhad re 25 sal derbas dibe, lê Hozan Serhed hê jî dengê zindî yê her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Hozan Serhad (Suleyman Alpdogan) di 24’ê Tîrmeha 1970’an de li navçeya Zêtka (Elajgir) a Agiriyê ji dayik bûye. Hozan Serhad zaroktî û ciwantiya xwe li Panosê derbaz dike. Heta dibistana navîn li wê derê dixwîne. Hîn di heftsaliya xwe de bala wî diçe ser tembûrê. Di temenê zarokatiyê de ji birayê xwe yê mezin bandor dibe û dest bi jenîna tembûrê dike.

Di sala 1988’an de di nava hezar û 800 xwendekarên Zanîngeha Îzmîrê de di beşa muzikê de dibe duyemîn. Li wir li şûna tembûrê, dest bi xwendina tar a ji muzika Azerî dike. Piştre jî hêdî hêdî fêrî piyano, gîtar û bilûrê dibe.

Di demên ciwantiya wî de, pêlên tevgera azadiya gelê Kurd bi awayekî xurt berfireh dibe. Di heman demê de jî pêngavek siyasî derbazî pêvajoya şerê çekdarî dibe. Bi vî awayî bala ciwanan ber bi hestên têkoşîna welatparêzî ve diçe.

Di vê pêvajoyê de Hozan Serhad hem dixwîne hem jî li ser hunerê dixebite. Ji xwendinê zêdetir bala xwe dide ser hunerê. Di sala 1988’an de tevlî ezmûna konservatuwarê ya Zanîngeha Egeyê beşa mûzîkê dibe û qezenc dike. Salên konservatuwarê ji bo wî dibin salên li xwe vegerîn û lêpirsînê. Li wir giringiyê dide nîqaşên li ser rastiya Kurdistanê, divê huner û hunermendek rast çawa be.

Meşa wî ya şoreşgerî

Li zangîngehê bi girîngî qala muzik û stranên Kurdî dike. Dest bi lêkolînan dike. Herwiha çend stranên Kurdî dubare zindî dike.

Hozan Serhed di sala 1991’an de li gel xwendekara bi navê Yildiz dizewice û Tîrmeha heman salê de bi hev re beşdarî nava refên gerîla dibin. Yildiz piştî demekê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tê girtin û dibin girtîgeha Emasya. 12 sal ceza lê tê birîn.

Piştî vê bûyerê Serhed berê xwe dide Şamê û piştre jî Akademîya Mahsum Korkmaz perwerdeyê dibîne. Ji ber jêhatiya wî ya derbarê muzikê derbasî Hunerkomê dibe, li Ewropa karê hunerî dike. Di nava koma Berxwedan de cih digire. Hozan Serhed di sala 1996’an de ji Ewrûpa vedigere Kurdistanê û piştî çend mehan li Zapê dimîne, tê Başûrê Kurdistanê û li Navenda Rewşenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê dimîne. Piştre jî li Silêmaniyê karê xwe berdewam dike. Li hemû deverên Başûrê Kurdistanê xebatên mûzîka şoreşgerî pêş dixe. Bi taybet li wargeha Etruş ya Şehîd Jiyan hem xebatên mûzîkê pêş dixe hem jî di dibistanên wargehê de mamsotatiya waneya muzîkê dike. Piştî ku di 17’ê Gulana 1997’an de hêzên PDK’ê êrişî Navenda Rewşenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê û mala birîndaran kirin û hinek hevalên wî yên hunermend û bi dehan, welatparêz, rojnameger û gerîlayên birîndar şehîd bûn, Hozan Serhed strana bi navê ‘Hewlêr’ tomar kir. Hozan Serhed di sala 1999’an de beşdarî Komcivîna şeşemîn a PKK’ê dibe. Ew di komcivînê de ji bo karên muzîkê yên Ewrupayê tê erkdarkirin. Lê ji ber girtina Rêber Abdullah Ocalan a di encama Komployek Navneteweyî de ev erka wî pêk nayê. Di komcivînê de her wiha biryar tê girtin ku koma wênegir û derhêner Xelîl Uysal herin herêma Botanê. Hozan Serhed jî ji bo kişandina klîban bi wan re derbasî herêma Botanê dibe. Hozan Serhed 22’ê Tîrmeha sala 1999’an dema ji bo tomarkirina kilîbek li gel çend gerîlayek din berê xwe dide herêma Botanê, dikeve kemîna leşkerên Tirk û şehîd dibe.

Tevî 25 sal bi ser şehadeta Hozan Serhed re derbas bûye, dengê wî hê jî di nava Kurdistanê de zindî maye.

Hinek berhemên Hoza Serhed evin: Ez Kurdistanim, Hewlêr, Payîze, Çuka Serê Darê, Mizgîna Leheng, Deşta Heyatê, Gerîla Rojbaş, Sîpanê Xelatê, Beyadî, Agrinin Îsyan Kizi, Dayê Dayê…

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.