Hunermend mala xwe ava dikin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Hezîran 2022 - 21:27

  • Li Hamburg û hawîrdora wê hunermend û rewşenbîrên Kurd hewl didin weke komele xwe bi rêxistin bikin. Wan kongreya xwe ya yekê jî li avahiya yekîtiya komeleya ciwanan AGIJ´ê li dar xist.

M. ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Li Hamburg û hawîrdora wê hunermend û rewşenbîrên Kurd hewl didin weke komele xwe bi rêxistin bikin. Wan kongreya xwe ya yekê jî li avahiya yekîtiya komeleya ciwanan AGIJ´ê li dar xist. 

Qederê 50 hunermend, nivîskar û rewşenbîrên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî kongreyê bûn. Necmedîn Xulamî, Şaliko Bêkes, Bermal Çem, Siyamed Omêdwar, Hozan Şemdîn, Tirie Sinemekar, Ferhat Merde, Fereydun Hekim Zade, Cewad Merwanî, Peywan Arjîn, Nihat Turk û Hunermend Berbang jî bi vîdeoyê tevlî kongreyê bûn.

Ekrem Demir ev demeke dirêj e li Hamburgê mamostetiya govenda Kurdî dike û pêşengiyê jin vê înîsiyatîfê re dike. Wî di kongreyê de got, şerê qirêj ê li Kurdistanê di heman demê de êrişeke li dijî çand û hunerê Kurdî û wiha peyivî: “Xisûsa hevpar a em li ser li hev dikin ew e ku em li dijî vê siyaseta qirêj, çand, ziman û hunerê xwe biparêzin. Ji bo vê jî divê em bibin sazî û rêxistin.”

Ji dersên govendê heta bi sînemayê

Ekrem Demir got, ew ê xebatên xwe li sê beşên sereke bimeşînin: “Serê pêşî em ê xebatên ji bo zarok, ciwan û jinan bikin esas. Xebatên govend, koro, înstrumanê, alîkariya dersan, hevdîtina li malan, gelek plansaziyên me yên xebatan hene. Ji bilî van, di warê muzîk, şano, sînema û festîvalên sînemayê de, di warê cilûbergên Kurdî de, ji bo xebatên ziman û wêjeyê wê kursên me hebin.”

Kongre piştî minaqeşeyan bi dawî bû. Piştî diyarkirina mekanekî wê navê komeleyê jî bê diyarkirin. Niha biryar e ku wê komîsyonên cihê yên komeleyê bên avakirin û hevserok bên hilbijartin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.