- Hunermenda Kurd Hozan Canê di 23’yê Hezîrana 2018’an de li navçeya Enez a Edirneyê hatibû binçavkirin.
MEHMET ASLAN /MA/STENBOL
Hunermenda Kurd Hozan Canê di 23’yê Hezîrana 2018’an de li navçeya Enez a Edirneyê hatibû binçavkirin. Dûre jî bi îdiaya “endama rêxistinê ye” hat girtin. Filma “Fermana 74’emîn a Şengalê” ku Hozan Canê têde cî digire û bi hinceta çek di destê wê de heye, bû sedema girtina wê. Ev film li ser êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Êzidiyan ango Şengalê ye.
Hozan Canê ku demekê li Hepsa Edîrneyê girtî ma, pişt re sewqî Hepsa Bakirkoya Stenbolê ya Jinan hat kirin. Hozan Canê nêzî du sal û nîvan di hepsê de ma û pişt re hat berdan. Hunermend Canê negirtî dihat darizandin û di doza wê ya dawî de dadgehê 3 sal û mehek û nîv cezayê hepsê lê birî.
Hozan Canê derbarê cezayê lê hatiye birîn de axivî û got darizandina wê dij hiqûqî ye. Canê destnîşan kir ku ew bi awayek neheq hatiye girtin û nêzî 4 salên wê hatiye binpêkirin. Hozan Canê got: “Ez ji huner, civak, malbat û hezkiriyên xwe dûr mam.
Hemû jiyana min dizîn. Vê girtinê û darizandinê bandorek neyînî li ser hunera min jî kir. Ez çar salan ji dika xwe ya hunerê dûr mam.”
‘Em ê li ber gefên wan serî netewînin’
Hozan Canê destnîşan kir ku hunermendên bi muzîk, huner û çanda Kurdî re eleqedar dibin bi cezayê girtîgehê didin tirsandin û wiha got: “Dixwazin me çavtirsandî bikin. Ew çi dikin bila bikin, hunermend bi van zextan natirsin. Em ê serî li ber gefên li ser muzîka Kurdî netewînin. Em ê li dijî vî cezayî îtîraz bikin. Em ê binpêkirinên mafên min ên ku hem di dema darizandinê de û hem jî di dema binçavkirinê de rûbirû mam, bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).”