- Peymangeha Hunerên Xweşik a Rewanduzê bi hevkariya Zanîngeha Soran, pêşangeheke şêwekariyê ji bo xwendekaran vekir.
Peymangeha Hunerên Xweşik a Rewanduzê bi hevkariya Zanîngeha Soran, pêşangeheke şêwekariyê ji bo xwendekaran vekir. Armanca pêşangehê ew bû ku xwendekaran bîne cem hev û wan bi hev bide nasîn.
Di pêşangehê de 130 tabloyên xwendekarên Zanîngeha Soranê hatin nîşandan.
Gelek tablo li ser çîrokên jinan ên di nava xweza û jiyana rojane de hebûn.
Xwendekara Refa çaran a Beşê Şêwekariyê yê Peymangeha Hunerên Xweşik a Rewanduzê Mîna Ebdullah bi çend tabloyan tevlî pêşangehê bûye. Wê got, “Ev tablo çîroka hezaran jinên Kurd e ku dema rojane bi karê malê ve mijûl dibin.”
Xwendekara Peymangeha Hunerên Xweşik, Rewa Ehmed jî got, pirraniya mijarên di tabloyên wê de, mijarên jinan in û jin dikin ku tablo xweşiktir bibin.
Serokê Beşê Şêwekariyê yê Peymangeha Hunerên Xweşik a Rewanduzê Hêmin Îbrahîm jî anî ziman ku xwendekarên hunerên xweşik di asteke bilind de ne û civak dikare di warê hunerî de baweriyê bi wan bîne.
ROJNEWS/SORAN