• Hunermenda Fransî Helena Hauss hunerê seramîkê bi rengên ji rêûresmê li bi tiştên ne ji rêûresmê ji bo peykersaziya xwe bi kar tîne.

Hunermenda Fransî Helena Hauss hunerê seramîkê bi rengên ji rêûresmê li bi tiştên ne ji rêûresmê ji bo peykersaziya xwe bi kar tîne. Di rêze berhema wê ya bi navê ‘Hell Hath No Fury’ (Kîna dojehê nîne) em sîlehîn seramîk dibînin. 

Wê ji seramîka nazik û nazenîn, peykerên sîlehan çêkirine. Hem jî rengê şînegewr bi kar aniye. Ew dibêje, “Ev helwêsteke ji bo nîşandana xurtiya hundir, û kîn û hêrsa ji ber jinbûnê li beramberî wê nazikbûna ku gelek caran me pê dax didin.

Jin gelekî zêde weke nazik û nazenîn hatine nîşandan, ev proje îfadeya wê nakokiya ziraviyên bi jinbûnê re tên û her wiha hewldana piştrastkirineke wê hisa daimî ya neparastîbûnê ye; ew hisa li ser me tê ferzkirin. Li ser xurtiya hundir, hêrs û xurtbûn[a jinê]  e.”  

NAVENDA NÛÇEYAN