• Kîntsûgî yan jî Kintsukuroi, sinhetekî kevn ê Japonan e.

Kîntsûgî yan jî Kintsukuroi, sinhetekî kevn ê Japonan e. Di çanda Japonan de cihekî girîng digire ev sinhet û ev gotin bêhtir ji bo tamîrkirina qir û qaf yan jî dîzikên deristî tê bikaranîn. Di sinhetê “Kînstûgî” de tişta herî balê dibe ser xwe, bikaranîna zêr e. Ji bo derzên li ser dîzikan tamîr bikin, hostekar zêr bi kar tînin. Dema dîzik tên tamîrkirin, pirr xweşik tên xuyanê û ciyên bi zêr dibiriqin. Mirov dikare bibêje, bi vî awayî ew ji berê xweşiktir xuya dikin û mirov nikare çavên xwe ji wan bide alî. Japonî dibêjin, ew bi vî sinhetî amûrên bi vî rengî ji nû ve jîndar dikin ango jiyaneke din bexşî amûran dikin.

Ev rêbazeke kevn e û Japonî weke rêûresmêkê li vî karî dinihêrin. Ji dêvla ew tiştên şikestî bavêjin û birizînin, tamîr dikin û bi kar tînin. Cihên derizî yan jî şikestî bi hev ve dizeliqînin û bi saya toza zêr dirûvekî din didin dîzikan. Yan jî wek amûrên xemla malê bi kar tînin.  

Ev sinhet çawa derket holê?

Dîrokzan baş bi dîroka vî sinehetî nizanin, lê ew texmîn dikin ku di sedsala 15’an de dest pê kiriye. Li gorî efsaneyê, di demekê de sinhetkarê bi navê Ashikaga Yoshimasa (Aşîkaga Yoşîmasa) ji bo were tamîrkirin taseke çayê ya derizî şandiye Çînê. Piştî tasa derizî lê vegerandine, wî dîtiye ku baş nehatiye tamîrkirin û ev yek qet li xweşiya wî neçûye. Ji ber ku bi malzemeyên ne baş hatiye tamîrkirin, aciz bûye. Piştî vê bûyerê wî jî biryar daye ku cihê derizî xweşiktir tamîr bike. Bî vî awayî ev sinhet peyda bûye û bûye rêûresmek. 

Kîntsûgî di sedsala 17’an de pirr popûler bû. Li gorî agahiyên Louise Cort ku yek ji kuratorên seramîkan e, di vê sedsalê de leşkerekî Japonî ji bo ji vî karî pere qezenc bike, gelek tasên çayê yên ku ne xweşik hatibûn çêkirin, dişikîne û ji nûve ji berê xweşiktir wan tamîr dike. Ev agahî nîşan dide ku tamîrkirina seramîkan ango teknîka Kînstûgî rêbazeke kevn a tamîrkirina seramîkan e. 

Têkiliya wê bi fîlozofiyê re

Kîntsûgî her çend weke çandeke estetîkê were xuyanê jî têkiliya wê bi fîlozofîyê re heye. Heta, hin sinhetkarên Japonî bi çavê helbestê li vî karî dinihêrin. Bi awayekî fîlozofî jî di tiştên bi qisûr de xweşikiyê dibînin. Ew vê yekê jî bi felsefeya “wabi-sabi” re girêdidin. Her wiha dema tiştek belesebep yan jî beredayî tê dîtin yan jî avêtin, hesteke poşmaniyê çêdibe bi Japonan re û vê yekê bi peyva “motainai” pênase dikin. Li gel vê yekê hin kes bi peyva “mushin” ya ku tê maneya qebûlkirina veguherînê jî pênase dikin vî sinhetê Kîntsûgî.  

TOKYO