Hunerê siyasî û civakî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Sibat 2023 - 05:21

  • Pedram Baldarî hunerê xwe ji bo îfadekirina hizrên xwe yên civakî û siyasî bi kar tîne. Ew hewldanên nermkirina peyam û daxwazên şoreşa jin jiyan azadî jî weke hewldana tinekirina dîmen û hunerê şoreşê dinirxîne. 

REWŞAN DENIZ

 

Peyker, instalasyon û performans, ji wan îcrayên hunerî ne ku elaqeya wan pirraniya caran bi hev re heye. Hunermend hersêkan bi tena serê xwe, yan jî bi hev re gelek caran bi kar tînin, da ku peyameke civakî yan jî siyasî bidin. Pedram Baldarî yê ji Rojhilatê Kurdistanê, ji wan hunermendan e ku van huneran û îcra û berhemên wan ji bo peyamên civakî û siyasî bide, bi kar tîne. Gava ku ew vê yekê dike, hunerê wî ti tawîzên estetîkê nade. Di kompozîsyonên wî yên şêwekarî û îcrayên performansê de em vê yekê di cih de dibînin. Serşoka guleyên tivingan, dilê çiya yan jî êşa canê mirov, hemû jî hem xema estetîkê dixwin û hem jî xema peyamên civakî û siyasî.    

Mîmar û peykersaz

Pedram Baldarî li Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Ew hunermendekî pirr alî û mîmar e, înstalasyonan çêdike, peykersaz e, ew peykeran li gorî deverên lê çêdike. Performansan îcra dike, pratîkên civakî dike berhemên hunerî.

Pedram Baldarî niha li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê sirgûn e. Di navbera Minneapolis û Denton ê de diçe û tê. 

Ji sala 2010’an ve wî gelek pêşangehên neteweyî û navneteweyî yên solo çêkirine û wî di gelek pêşangehên komî de jî cihê xwe girtiye. Di nava mekanên pêşangehên wî de Museyên Victoria û Albert ên Londonê (2012 ) hebûn, bi vîdeoyê ew  beşdarî Documenta ya 13´an bû. 

Bi berhemên xwe ew gelek caran hêjayî xelatan hat dîtin weke Xelata Vermont Studio Center a 2015-2020´an. 

Ew di heman demê de mamosteyê huner e jî li Studio Art a li Zanîngeha North Texasê. 

Wî xwendina xwe li Tehranê dest pê kiribû lîsansa beşa mîmariyê sala 2005´an wergirtibû. 

 

Dilê çiyê

Yek ji xebatên wî yên herî darîçav berhema wî ya bi navê “The Heart of a Mountain” e. Ev berhema hanê ji wan berhemên hunerî ye ku weke Land Art Sculpture (Peykerên Hunerê Gundewaran) tê binavkirin. Ev berhema hanê li Hewramanî Text, a ser bi wilayeta Kurdistanê ya li Rojhilatê Kurdistanê hatiye danîn û demkî ye. Înstalasyon sala 2022´yan hat bicihkirin û ji bo wê neynik, pola û dar hat bikaranîn. Bilindahiya berhem lê hat bicihkirin jî 2 hezar û 133 metre ne ji ser rûyê deryayê. Ev berhem ji devera ku lê merasîmên ji bo Pîr Şalyarî tên kirin, xuya dike. Ev merasîmên çilê zivistanê her sal li Hewramanî Text tên kirin. Pedram Baldarî di du salan de ev înstalasyon hazir kiriye. Berhem metreyek û 20 santîmetreyan fereh e û qederê 5 metreyan jî bilind e. Ew weke karê ji rêûresmê yê bi neynikan ê bi navê Gerehê Çar Lenge hatiye çêkirin. 

Hunermend dibêje, ev yek esas çar parçeyên Kurdistanê nîşan dide: Rojhilat, Rojava, Başûr û Bakur. Berhem li ser formeke derabeyan a kuberê wê 5 parçe ye û bilindahiya wê 25 parçe ye, hatiye avakirin. Her parçe jî bi xwe ji 40 parîyên neynikê yên piçûk hatiye çêkirin. 

Bi vê berhemê ew balê dibe ser mîmariya taybet a Hewramanê ya ku bihevrehjiyana hezarê salan jî nîşan dide. 

Performansa êşê

Performanseke Pedram Baldarî ya ku “Museya Freiburgê ya ji bo hunerên nû sponsoriya wê kiriye, gelekî balkêş e. Ev performanseke êşê ye. Ew dibêje, bi vê performansê esas wî hunerê hevçax ê Rojhilata Navîn û yê Ewrûpî li pey hev kiriye rêz. Ew bi benan riha xwe û porê jinekê bi hev ve girê dide û paşê her du jî bi aliyê xwe ve xwe dikişînin. Ew dibêje, bi vî awayî ew mekanên êşê diafirînin. Di dawiya performansê de her du jî xwe bi paş ve wiha ber didin ku tenê ew benên bi rih û porê wan ve girêdayî wan digire û nahêle bikevine erdê.

 

Serşoka bi rastî

Yeke din ji berhemên wî înstalasyoneke bi navê “Serşoka bi rastî” ye. Di vê serşokê tişta xuya nake, bêhtir tesîrê dike. Lewma bedana mirov a ku diviyabû li serşokê be, em nabînin. Lê em her li wê difikirin. Di vê înstalasyonê de ji yekê ji serşokan guleyên tivingan dibarin. Bi vî awayî du heqîqet ji bo bedena xuya nake derdikevin holê. Esas serşok cihê bi avê şûştina bedena mirov e, lê bi guleyan em bi heqîqeteke din re rûbirû dibin. Beden nebe jî, tesîra înstalasyonê bi hizirîna bedenê xurt dibe. 

 

Li ser Şoreşa Jin jiyan azad

Pedram Baldarî naxwaze deng û hêrsa xwe weke hunermend beramberî rejîma Îranê kêm bike. Ew hewl danên bi vî rengî jî wiha rexne dike: “Ev esas hewldanek e ji bo jêbirin û nixumandina wan dîmen û îmajên berê nedîtî yên ku şoreşa Jînayê weşandin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.