• Rêûresma “sennînbarî” cara di dema şerê Çîn û Japonyayê de derket holê. Formên destpêkê pirr hêsan bûn, ji bo nivişta sennînbarî bi qewet bibe û bijide bi benên sor hezar kêl li qumaş dixistin. 

XASÊ CÛNÊ

Sennînbarî, qumaşek e yan jî niviştek e ku li ser hezar kêlên bi benê sor hatine çêkirin; nemaze jî jinên Japonî di dema şer de ji bo kesên diçin leşkeriyê ji nebaşiyan biparêzin ev nivişt yan jî kemberên ji qumaş çêdikirin. Leşkerên Japonî ev niviştên hezar kêlî li nava xwe girêdidan û bi vî awayî xwe li hember mirinê û guleyan diparastin. Ev niviştên bi navê sennînbarî bi vê armancê dihatin çêkirin û bikaranin.

Rêûresma bi navê Sennînbarî cara ewil di navbera salên 1894 û 1895’an de di dema şerê Çîn û Japonyayê de derket holê.

Formên destpêkê pirr hêsan bûn, ji bo qumaş yan jî nivişta sennînbarî bi qewet bibe û bijide, bi benên sor hezar kêl li qumaş dixistin. Ev yek jî dihat wê maneyê ku hêza hezar kêlên li ser qumaş wê bigihîje wan kesên ku niviştê bi xwe ve dikin û bi xwe re digerînin.

Her wiha wan bawer dikir ku ew ê bi vê niviştê bêhtir wêrek bibin û di dema şer de, ev nivişt wê wan ji guleyan biparêze. Hin leşkeran jî ev tişt qebûl nedikir û bawerî pê nedianî, lê tenê wek bibîranînekê lê dinihêrîn û ji bo kesên ku ev nivişt ji wan re çêkirine bi bîr bînin, wan ev nivişt qebûl dikirin û bi xwe re dibirin çeperên şer. 

Reûresmeke kevn ya Japonî

Sennînbarî bi demê re li seranserê Japonyayê belav bû û weke rêûresmeke Japonî ma.

Nexasim jî jinan niviştên sennînbar çêdikirin. Ev nivişt bi qasî 15 santîman fireh û 90 santîman jî dirêj bûn. Hin ji wan heta 120 santîman jî dirêj dibûn. Di serê kemberan de ben yan jî pişkok hebûn ji bo karibin kemberê girê bidin. Hin kesên ku derfetên wan ji bo vê yekê tine bûn, ew tenê wek paçekî dixistin ber şalên xwe. Wekî din leşkeran, hin niviştên sennînbarî li hev dipêçan û dixistin berîkên xwe jî.

Hinan ji wan jî di bin kaskên xwe yên şer de niviştên xwe vedişartin.

‘Di şer de siûdeke baş û bê dawî’

Senninbari herî zêde bi qumaşên spî dihatin çêkirin û bi benên sor kêl li wan dihatin zêdekirin. Jinên Japonî bawer dikirin ku rengên spî û sor bi hev re tên maneya siûdeke baş û wek tiştekî bi qidoş didîtin. Rengên kesk û zerî jî hatine bikaranîn lê herî zêde bi benên sor kêl li niviştan xistine. Hezar kêlên li ser sennînbariyan bi rêzeke xweşik û rast hatine çêkirin. Hin jinan bi van kêlan al jî çêkirine. Hinan jî dirûşme nivîsandine û hin kesan jî resmê pilingan li ser niviştên sennînbarî çêkirine.

Dirûşmeya herî navdar jî wiha bûye, “Di şer de siûdeke baş a bê dawî...” Resmê pilingan jî ji bo karibin bi rehetî herin şer û dîsa bi rehetî vegerin malê, dihat çêkirin. Wan bawer dikir ku resmê piling wê wan biparêzê û jiyaneke bi ewle bike nesîbê wan.  

Niviştên dayik, xwîşk û bûkan

Dayik, xwîşk û bûkan nexasim sennînbarî çêdikirin. Diviyabû jin van hezar kêlan biavêjin, yan na, îhtimal bû ku mirazên wan pêk neyên. Di dema şer de ji bo sennînbariyan rêxistinên jinan kom dibûn û bi hev re, wek kom sennînbarî çêkirin. Piştî ku nivişt dihatin çêkirin, bi awayekî komî ji leşkeran re dihatin şandin.

Bi tayê porên jinan jî çêdikirin

Li hin herêman hin jinan dikaribû 12 kêl yan jî li gorî temenê xwe kêlan bavêjin niviştê. Hin nivişt yan jî kemberên sennînbarî li gorî baweriya gelê Okinawa jî dihatin çêkirin. Li gorî baweriya Okinawa, ji dêvla benên sor, porên jinan jî dihatin bikaranîn û bi tayên porê wan kêl diavêtin niviştê. Li hin herêman jî bi kemberê ve pereyên hesinî girêdidan û digotin, ev pereyên hesinî wê wan ji qeza û belayê biparêze.