Hunerê li peravên behrê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Îlon 2022 - 21:27

  • Malbata Leva Slares bi projeya xwe ya ku navê wê kirine “Beach4Art” tê zanîn.

Malbata Leva Slares bi projeya xwe ya ku navê wê kirine “Beach4Art” tê zanîn. Min got, malbat ji lewre Leva Slares tevî hevjînê xwe Dzintars û 2 zarokên xwe vê projeyê bi rê ve dibe. Ew dema diçin ber peravên behrê, tenê bêhna xwe venadin û dema xwe betal derbas nakin. Ew weke malbat li peravên behrê bi huner re mijûl in û ji kevir, dar û dircên derûdora behrê peykerên xweşik çêdikin. Her wiha fêkiyên ku hatine avêtin û kulîlkên hişk bûne jî weke malzeme bi kar tînin. Piştî ku van peykeran çêdikin, wêneyên wan jî digirin û li ser hesabê xwe yê Instagramê parve dikin.

Malbata Leva Slares piştî şewba korona û pandemiyê li vî hunerî germ bûye. Ev yek weke fersendekê bi kar aniye.

Destpêkê dawiya heftê weke hobî ev kar kirine, lê bi demê re ev bûye karê wan ê daîmî û êdî bi rêk û pêk vî karî didomînin. Wan heta niha bi malzemeyên ku hatine avêtin, li Peravên Bakûrê Devon ên li Inglistanê, gelek wêneyên xweşik ên rengo rengo çêkirine. Wêneyên masî, perperîk û bûmê çendek ji van wêneyên wan ên xweşik in.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.