- Li Poloneziyayê qumaş xweşhaliya jinê îfade dike. Di avahiyên civakî de jî di pevguherînan çandî de xwedî roleke muhim in. Jin dibe ku qumaşan weke diyarî beramberî kar û xwarinê bidin yan jî diyarî bikin ji bo rojên taybet û cejnan.
REWŞAN DENÎZ
Di hin çandan de peywendiyên jenaojîk gelekî muhim in. Yanê peywendiyên di navbare nifşên cihê yên heman malbat yan jî civakê de. Yek ji van jî ya Poloneziyayê ye. Poloneziya yanî gelek girav; hema li kêleka Melanezia û Mîkroneziyayê. Ev her sê komên giravan jî rojavayiyan ji bo komên giravan ên Başûrê Pasîfîkê bi kar anîne.
Giravên Poloneziyayê yên herî mezin jî Zelandaya Nû pêk tînin.
Ev çandên bi vî rengî, ji ber bikarneanîna nivîsê, serê pêşî devkî ne. Yanî tecrûbe û zanînên xwe yên li ser tiştan û her wiha hunerê xwe jî nifşek ji nifşên din re dibêje. Ji ber wê jî hunerên wan jî, nexasim ên çêkirina textîlan û neqişandina wan jî ji bilî nimûneyê çêkirî, bi gotinan nifşek ji bo nifşên li pey xwe wan muhafeze dike.
Ji ber wê agahiyên em îro derheqê kokên çanda Poloneziyayê de dizanin, xwe disipêrin kovarên etnografîk, qeydên mîsyoneran, arkeolojî, zimanzanî û rêûresmên devkî. Ji bo xelkên Poloneziyayê hilberîna hunerî di heman demê de ji bo çanda wan roja me ya îro jî heyatî ye.
Tevî ku hin xet û xisûsên hevpar hene, her çanda Polonezî bi serê xwe û taybet e. Di warê ziman de kokên zimanê wan û yên miletên Austronezî yek e. Xelkê herî kevin ê tê zanîn ê deverê Lapîta ne.
Polînezyayî bi jêhatîbûna xwe ya deryavaniya bi kanoyan navdar in. Avahiyên civakî yêm cihî xwe disipêrin arîstokrasiyên xurt. Ew jî li ser esasê lipêşgirtina yê pêşî ji dayik bûye, hatine danîn. Li jora avahiya civakî berê mezinê êlê yê ku hêza xwe ji "xwedayan" digirt, esîlzade û rahib hebûn. Hunermend jî beşek ji çîna rahiban bûn. Di bi wan re şervan û xelkê amî hebûn.
Mana û civak
Di çandên Poloneziyayê de henealojî diyarker e: ew secereya kesekî heta bi xwedayan dibe. Çanda devkî ev giringiya jenealojîk û destketiyên pêşiyan qeyd kirine. Ev çand hişk ji "mana" yanî hêzeke bilind a xwedayî ya ji bo dewamkirin û jinûveavakirina civakê. Ji bo "mana" bi cih bibe, bimîne jî qaîde û tabû lazim bûn da ku ew di rîtuelan de bi rêkûpêk bê bicihkirin. Manayê di heman demê de jihevveqetandina çînên civakî hişk kontrol dikir. Sermeselê kesekî ji çînên jêr, bêyî ku mirinê li ber çavan bigire, nikare bikeve mekanekî pîroz. Li gorî wan "mana" di hin beşên bedena mirovî de zêde bû, yên weke porr û hestû. Lê ew her wiha di tiştên weke kevir, diranên balînayan û tekstîlan de jî hebû.
Cinsê civakî û huner
Rolên cinsên civakî di hilberîne huner de li Poloneziyayê bi xetên hişk û diyar ji hev hatibû qutkirin. Bi vî awayî li ser jinan hatibû ferzkirin ku hin huneran hîn bibin, hin amûr û materyalan bi kar bînin. Weke nimûne, di hunerên mêran de materyalên hişk ên weke dar, kevir û hestûyan hebûn û ew elaqedarî rîtuelan bûn. Di nav hunerên jinan de materyalên nerm ên weke çêkirin û xemilandina tekstîlan hebûn. Yanî ji dîrokê ve wan ta û benên cihê bi kar anîn da ku merş û cilûbergan çêkin. Wan her wiha kulîlk û pelên dar û giyayan jî bi kar dianîn.
Tayên ji qaşûlên daran ji bo çêkirina qûmaşan dihatin bikaranîn û bi giştî ji cilûbergên ji van qumaşan re jî li hin cihan nav û dîzayn biguherin jî bi pirranî "tapa" tê gotin.
Em ê jî niha berê xwe bidin vî hunerî.
Tapa weke hunerê jinan
Bi giştî, ji bo çêkirina Tapayan, jinek pêşî tayên ji qaşûlê di bin qaşûlê hişk ê "tûya kaxezê" (dareke bi kulîlk a li Poloneziyayê ye) berhev bike. Ev qaşûlê hundir pêşî xweşik tê kutan - bi pirranî bi tiştekî weke mîrkutekî darîn.
Li Rojhilatê Poloneziyayê yanî li Hawayiyê ev qumaş bi teknîkeke weke ya kulavan tê çêkirin û dîzayn jî bi derban di nava wê "kulavê" ji darê tê kutan. Li Samoayê dîzayn carinan bi kevalên darîn li ser qumaşa dihat çêkirin, yanî wan şiklekî çapê bi kar dianî. Li Hawayiyê jî em rasta hin xemlan tên ku bi bambûyan li ser cilûbergan hatine mohrkirin. Li Fîjiyê jî em dibînin ku bi heman armancê pelên darên mûzan û hin materyalên din hatine bikaranîn. Ev cilûberg û ev qumaş dibe ku nehatibin xemilandin jî. Lê dikarin bi destan hatibin xemilandin yan jî weke li Fîjiyê bi dû hatibin xemilandin. Di nava xemla wan de motîfên geometrîk û nîşanên mucerred hene û ew li ser qumaşî seranser bi rêkûpêk hatine bicihkirin.
Cihê hunerê çêkirina tekstîlê di civakê de
Li Poloneziyayê qumaş xweşhaliya jinê îfade dike. Di avahiyên civakî de jî di pevguherînan çandî de xwedî roleke muhim in. Jin dibe ku qumaşan weke diyarî beramberî kar û xwarinê bidin yan jî diyarî bikin ji bo rojên taybet û cejnan. Weke nimûne roja me ya îro li Tongayê, qûmaşên ji daran ên gelekî dirêj tên nîşandan û bi merasîmê bi hev tên guhertin di rojên taybet û cejnan de.
Ji tapayên Nîûyê re hîapo tê gotin. Wan cara pêşî rojavayî sala 1774´an dîtin, gava ku Captain Cook gihîşt wir.
Paşê heta sala 1830´î kes neçû wir. Hingê ji Londonê mîsyoner çûn wir. Li gorî texmînan mîsyonerên ji Samoayê yên ku bi mîsyonerên Londonê re çûbûn Nîûyê, ew hînî çêkirina hîapoyan kirine. Ev hîapo îro roj hew tên çêkirin û lê îlhamê didin hunermendên Poloneziyayî yên hevçax.
* Pirraniya agahiyan ji meqaleya Dr. Caroline Klarr a li ser malpera https://www.khanacademy.org/ hatine girtin.