- Zarah Hussain çi qasî gulên li baxçê bavê xwe bîne bîra xwe jî, hunerê Îslamî û estetîka sîmetrîk a geometriya wê, xwe di berhemên wê yên tevî teknîkên weke anîmasyonên didewirin, didin der.
Di hunerê Rojhilata Navîn de geometrî, matematîk û sîmetriya bêqisûr timî xwedî cihekî taybet bûn. Bi belavbûn û serwerbûna Îslamê re jî ev bêhtir bi pêş ket. Ji ber wê di estetîka hunerî ya alema rojhilat, nexasim di nava miletên Misliman de gelekî dilsozî sîmetriya geometrîk e. Zarah Hussain yek ji wan hunermendên hevçax ên Misliman e ku berhemên xwe yên hunerî disipêre vê rêûresma hanê. Zarah Hussain a ku kokên wê li Pakistanê ne, ew li ser wê meydana ku zanist û menewiyat digihîjin hev, hunerê xwe dike. Ew hunerê hevçerx ê dijîtal û geometriya hişk a bi destan a rêûresma Îslamî tîne cem hev. Di nava berhemên wê de anîmasyonên bêdawî didewirin, sepanên înteraktîf, rengandin û peykerên geometrîk hene.
Yek ji projeyên wê yên navdar, Numina bû. Ev peykerekî mezin ê geometrîk bû ku li ser zemîna wî anîmasyoneke dijîtal dihat nîşandan. Ev berhema wê ya 2016’an ji bo têgeha wê ya afirîneriya hunerî nimûneyeke baş bû. Wê form û dîzaynên di estetîka Îslamî de tevî hunerên hevçax ên dijîtal bi kar anîn; neqişandina nîşanên geometrîk di nava dîwarên pîramîdî yên peykerî de ku ew jî di nava çarçoveyeke - ya rastî çîteke - heştgoşeyî de bûn di vî berhemê hunerî de hatin ceribandin.
Proejeyên beriya niha
Projeyeke wê ya din ji bo Festîvala hunerê Îslamî ya li Muzexaneya Sharjah ya 2015/16’an bû. Zarah Hussain li vir berhemê xwe yê bi navê Sharjah Spectrum nîşan da. Ev înstalasyoneke tevî anîmasyonên dîjîtal a mezin a li ser sê dîwaran bû. Kesê li berhemî dinihêrîn jî dikarîn bi telefonên xwe yên destan bikevin nava înstalasyonê, yanî berhem înteraktîf bû.
Wê sala 2015’an projeyeke xwe ya anîmasyona geometrîk li ser dîwarên derve yên galeriya William Morris jî nîşan dan. Navê vî berhemî Magic Carpet bû û piştperdeya dîtbarî bû ji bo festîvala mûzîkê ya ji sînoran û wêde ya Barbican pêk dianî.
Şowa wê ya solo ya sala 2014’an a li Birmingham Museum û Art Gallery ya bi navê Symmetry in Sculpture ji ber ku xelkê gelekî ecibandin, du caran dema nîşandana wê hat dirêjkirin. Herçî pêşangehên wê yên şêwekariyê bûn jî bi rexneyên baş û xirab bal birin ser xwe.
Halê hazir Hopstreet Gallery ya li Brukselê nûneriya wê dike.
Gul û hinar
Di bernameyeke di BBC’yê de wê pêrar digot, tesîra gulê gelek e li ser wê. Wê dianî bîra xwe ku li Pakistanê bavê wê gelekî hez ji baxçevaniyê û gulên li baxçe hez dikir. Ew ji bo gulê dibêje: “Gul koçberek e, gerok e, li ti welatî, çandê yan jî zimanî asê nemaye, lê hemûyan ew hembêz kiriye. Tiştekî ku weke biyaniyekî dest bi rêwîtiya xwe kir, bû ji malê, bû yê me. Û bi demê re ew kete çand û dîroka me.”
Çi qasî gulê bi rastî tesîr li hunerê wê kiriye, bila di nava vê hevokê de bimîne. Bi her halî hinarê tesîreke mezin lê kiriye. Berhemekî wê yê destpêka hunermendiya wê hinar e. Wê sala 2004’an ev berhemê bi navê hinar bi rengên avî li ser kaxeza xadî xêz kiriye, bi esehiyeke matematîkî ya formên geometrîk.
LONDON