- Hunermend Rafael Araujo hezkirina xwe ya ji xwezayê re bi riya geometriyê tîne ziman.
Hunermend Rafael Araujo hezkirina xwe ya ji xwezayê re bi riya geometriyê tîne ziman. Wî ji bo vî hunerî têra xwe serî bi geometriyê, êşandiye. Kompozisyonên wî yên helezonî ku bi riya “helezoniya zêrîn” çêkirine, pirr balkêş in.
Wî ji bo xezên xwe yên ku li hev pêçaye jî dîsa ji “helezoniya zêrîn” sûd girtiye. Ji lewma, ev “helezoniya zêrîn” di gelek tiştan de tê dîtin û weke bingehê geometriyê tê qebûlkirin. Yanî ew bi navê “Rêjeya zêrîn ya Fibonacci” jî tê zanin.
Araujo ji vê rêjeya zêrîn ya Fibonacci îlham girtiye û gelek ji van xêzên xwe jî bi reng çêkirine. Nexasim jî wêneyên wî yên ku perperîkên bi reng tê de ne, gelek xweşik in.
Araujo ji bo van xêzên xwe yên bêhempa îşaret bi bêdawîtiya geometriyê dike û dibêje, “bi saya sînorên fireh ên geometriyê, ez dikarim xwe bigihînim xwezaya platonîk ya bêhempa. Xweza ji bo min her tişt e.” Tevlihevî û hejmara xêzên wî yên li ser resmekî, bila bi me qet hêsan nebe! Ew bi van xêzên xwe kûrahî, bêdawîtiya jiyan û xwezayê nîşanî xelkê dide. Li gorî hunerê wî, tişta herî piçûk ya ku em dibînin û hîs dikin jî xwedî aheng û ruhekî ye, her çiqas bi me piçûk û ji rêzê xuya bikin jî.
Araujo van xêzên xwe weke pirtûk hazir kirine û çap kirine.
CARACAS