Hunerê bi çetelastîk

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 21 Sibat 2023 - 02:24

Hin kes huner dûrî xelkê û sterîl çêdikin. Hin kes jî huner dibin nava xelkê û hez dikin berhema wan bi xelkê re hebe. Nexasim înstalasyonên li derve, li meydan û mekanên giştî, peyker û berhemên şêwekariyê yên bi heman rengî nimûneyên vê ne. Hunermenda hunerê hevçax a Elman, Cornelia Konrads yek ji wan hunermendan e ku hunerê xwe di galeriyê sterîl de dûrî xelkê nake. Ev projeya wê ya bi navê “Ejection seat” (Kursiya pekandinê) yeke wiha ye, ku esas mirovan vedixwîne peywendiyê bi berhemê re deynin. “Ejection seat” li aliyekî fikra felatê bi mirovan re çêdike, li aliyê din jî amûra vê felatê, gelek mirovan ber bi zarokatiya wan ve dibe: Çetelastîkek, yan jî hin kes jê re qewsik dibêjin. Ev înstalasyon li eyaleta Bayernê li erdekî şaredariya Einingê hatibû bicihkirin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.