- Rekha Rodwittiya ji hunermendên şêwekariyê yên hevçax ên Hindistanê ye (1958´an hatiye dinê) û ji Dibistana Baroda tê hesibandin.
Rekha Rodwittiya ji hunermendên şêwekariyê yên hevçax ên Hindistanê ye (1958´an hatiye dinê) û ji Dibistana Baroda tê hesibandin. Ew bi çîrokên xwe yên xêzkirî yên alegorîk û metaforîk tê nasîn. Ew di wêneyên xwe surrealîzm û realîzma efsûnî tîne cem hev.
Ew demekê li Ingilîstanê mabe jî, ji bo hunerê xwe bi dilê xwe bike, vedigere Hindistanê. Yanî wê feyza hunerê xwe ji civaka Hindistanê digirt û lazim bû di nava wê de be. Di berhemên wê de nîşanên çand, rêûresm, diyanet, civak û dîroka xelkê Hindistanê timî xuya ne.
Di vî wêneyê ji rêza 'Love Done Right Can Change the World (Mirov rast hez bike, dikare dinyayê biguhere)’ yê ji sala 2015´an em van aliyan hemûyan dibînin.
Ew niha li Zanîngeha Baroda dersdar e jî.
BARODA