Huner û 4’ê Nîsanê

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 3 Nîsan 2022 - 22:00

  • Li wargeha Mexmûrê di pêşangeha wêneyan a Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê de, 2 wêneyên balkêş hebûn. 

IDRÎS KARA / MEXMÛR

Li wargeha Mexmûrê di pêşangeha wêneyan a Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê de, 2 wêneyên balkêş hebûn. Şêwekar û jinên ciwan ên wêne çêkirin gotin; “Bi vî wêneyî me xwest em bibêjin, dermanê nexweşiyan Rêber Ocalan e.”

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), her sal bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê tê lidarxistin.

Di mihrîcanê de destpêkê di navbera dibistanên li wargehê de turnuvayên futbolê yên keç û xortan tên lidarxistin. 

Piştî wê di 1’ê Nîsanê de danê siharê pêşbirka xwarinên Kurdî di nava wargehê de tê lidarxistin. Îsal hema hema, ji herêman hemûyan xwarinên kurdewarî hebûn. 

Di 2’yê Nîsanê de jî pêşangeha wêneyan hate vekirin, di pêşangehê de bi dehan tablo hebûn. Ji hemû dibistanên di nava wargehê de jî, xwendevan bi helbest, wêne, dariştin, xaniyên ji heriyê, kon û gelek cûrên din yên wêneyan beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de 2 wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, ên balkêş hatibûn çêkirin. Bi taybetî şêwekar Elî Bîlen wêneyek bi bandor çêkiribû. Elî Bîlen bi textên daran û boyaxê di yek tabloyê de 4 wêneyên cuda yên Rêber Ocalan danîbûn.

Yanî tu ji kîjan aliyî ve lê wêne binihêrî, wêneyekî cuda yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê dîtin. Elî Bîlen derbarê wênê de dibêje, wî di nava hefteyekê de wêne temam kiriye. 

Bîlen got, wêne bi dar û boyaxê hatiye çêkirin û behsa armanca xwe dike; “Armanca sereke, di rojeke wiha pîroz de wêneyekî Rêber Ocalan ê bi bandor çêkim. 4’ê Nîsanê roja jidayîkbûna gelê Kurd e. Di yek wêneyî de 4 wêneyên cuda yên Rêber Ocalan hene.”

Cara yekê ye

Li gorî Elî Bîlen, heta niha li Rojhilata Navîn wêneyekî bi vî awayî, yanî di tabloyekê de 4 wêneyên cuda, nînin. Elî dibêje, "Rast e 2 wêne hene, lê min ti carî 4 wêne nedîtine. Ev cara yekê ye ku ez vî wêneyê xwe di pêşangeha 4’ê Nîsanê de didim nîşan." 

Bîlen dibêje, ew tevî derfetên kêm, tiştên baş çêdikin, lê ji ber rewşa aboriyê ew nikarin hertim bi wêneçêkirinê re mijûl bibin: “Gelek caran kaxez û tabloyên me nînin ku em li ser wêneyan çêkin. Derfetên me gelekî kêm in, ji ber rewşa aborî ya malbatê, em nikarin dema xwe ji çêkirina wêneyan re veqetînin.” 

Elî herî dawî dibêje; “Ji bo min watedayîna wêne, di heman demê de neynika mirov a xwe îfadekirinê ye. Tişta ku mirov nikaribe bi ziman bibêje, wêne dibêje.”

Wêneyê bi heban

Wêneyê din jî, wêneyê Rêber Ocalan ê ji heban bû. Wêneyê bi heban ê Rêber Ocalan, ji aliyê 3 jinên ciwan Ozlem Bîlen, Hewlêr Adanmiş û Pinar Bîlen ve hatiye çêkirin. 

Ozlem Bîlen derbarê wêne de dibêje, wan bi heban wêneyê Rêber Ocalan çêkiriye û wiha behsa armanca çêkirina wêne dike; “Me xwest em balê bibin ser rewşa heyî, hebek dermanê gelek nexweşiyan e. Bi derman çêkirina wêne jî, me got, Rêbertî ji bo gelê Kurd û ji bo bindestan çareseriya pirsgirêkan hemûyan e.”

‘Dermanê pirsgirêkan Ocalan e’

Pinar Bîlen jî dibîje, “Niha li her çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêk û nexweşî hene. Me xwest bi hunerê xwe, bi tiştekî cuda bibin bersiv.

Em bifikirin, mirovek dema diçe doxtor, heb û derman didinê. Derman û başbûna me Kurdan jî, bi Rêber Apo ve girêdayî ye. Çareseriya pirsgirêkan, Rêber Ocalan e.”

Bernameya Mihrîcanê

14. Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê di 21’ê Sibata 2022’an de destpê kir û îro bi dawî dibe. Îro wê şitlên daran bên danîn. Saet 08:00’an bername bi awayekî fermî li Navenda Çand û Hûner dest pê dike.

Pêşbirkên dengbêjiyê di navbera dibistanên seretayî de heye. Piştî nîvrojê jî pêşbirkên werzîşî yên torbe, hêk, meşa mêrû û mast di navbera dibistanên seretayî de tên lîstin. 

Piştî wê jî pêşbirka zanistî ya dibistanên seretayî, şano, pêşbirkên govendê yên dibistanên seretayî tên lidarxistin. Herî dawî jî encamên pêşbirkan tên xwendin û mihrîcan bi gerandina govendê bi dawî dibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.