Doh êvarê bi rasthatina destpêka filma înstalasyonê ya bi navê "Bad People, Bad News" a hunermend Cemîle Şahîn û Ersîn Çelîk ji Komuna Film a Rojava li Berlînê li ser navgînên hunerî û stratejiyên li sirgûnê peyivîn. Wan serê xwe êşand bi pirsa, "çi maneya siyasî ya huner heye di nava sansura dewletên otokrat de û ew dikare bi çi li ber propagandaya dîktatoran û çapemeniyên wan bikin?"
Li Parîser Platzê ev sohbeta bi hunermendan re bi moderatoriya Clara Herrmann bi rê ve çû. Li heman cihî ev înstalasyona Cemîle Şahîn wê heta Mijdarê di çarçoveya Arbeit am Gedaechtnis: Transforming Archive (Karê li ser bîrê: Veguherandina arşîvê) bê nîşandan.
BERLÎN