Tevegera Hîlala Zêrîn a Şehbayê ji bo zarokên penaber ên Efrînê yên li kampan, xebatên hunerî dane despêkirin. Zarok elaqeyeke mezin nîşanî perwerdeyên hunerî didin û jêhatîbûnên xwe nîşan didin. Zarokan da zanîn ku ew navenda Hîlala Zêrîn weke mala xwe ya duyem dibînin û ji perwerdeyên hunerî yên li navendê hez dikin.

Li ser vê pirensîpê tevgerê gelek dewreyên perwerdeyên piratîkî vekirine yên wek stranbêjî, şano û dansa folklorî. Ev dewre bi roleke mezin di parastina çand û hunerê folklorî ya Efrînî radibin û baldariya zarokan jî ji van xebatan re zêde ye. 
 
Bi xaka xwe ve girêdayî ne
Rêvebira Tevera Hîlala Zêrîn ya kantona Efrînê, Mizgîn Çolaq li ser van dewreyên perwerdeyê yên li Şehbayê got: "Armanc ji van perwerdeyan ew e giringî bi nêrîna zarokan bê dayîn. Ji ber ku zarok pêşeroja civakê ne û ew dê parastina çandî û hunerê civakê bikin. Heger ku bi awayekî baş wer in  perwerdekirin dê karibin çanda herêma xwe ji civakê re veguhezînin. Bi rêya hesta zarokan, em dibînin ku ew di aliyê erdnîgarî de dûrî Efrînê ne, lê hezkirina wan asta dilsoziya wan bi xaka wan ve diyar dike. Ji bo ku ev hestên xweş û nazik di dilê zarokan de bimîne, em hewl didin çand û huner biparêzin."

Pêdiviya wan bi piştgiriya manewî heye 
Mizgîn Çolaq bi bîr xist ku navenda Hîlala Zêrîn li kantonê pênc komên zarokan ava kirine û wiha domand: “Ji wan sê yên stranan in, yek dansa folklorî ye û yek jî şano ye. Li kêleka vê jî zarok li gorî hunerê xwe tevlî komên dinê jî dibin. Hin ji wan li kemanê dixin, hinek jî li tenbûrê. Hefteyê carekê yan du caran perwerdeyên taybet didin wan hemûyan. Di nava koçberiya zor de hewcehiya zarokan bi piştevaniya manewî heye. Em hewl didin bi xebatên çandî û hunerî vê piştevaniyê bikin. Jixwe, enerjiya zarokan zêde ye û em hezkirina zarokan a domandina van perwerdehiyan dibînin.

Em bi navenda çand û huner re li ser organîzekirina festîvaleke taybet bi zarokan re dixebitin. Ew dê li ser asta kantonê be, bi rêya wê, em ê karên destan ên zarokan pêşkêş bikin. Divê em ji nifşê siberojê re bibin hêz.”

JINHA/ŞEHBA