Ev şêwekariya hanê naşibe tiştekî taybet. Her kesa/ê hinekî behremend dikare resmên wisa xêz bike. Lê ev wêneyên mînîyatur in, yên hûrik. Hin ji bi qasî qirûşekê, bi qasî senteke euroyê mezin in. Yanî hinekî ji santîmetroyekê mezintir in. Hingê jî mirov dikare bi hêsanî bibêje, ev hunerê hanê ne ê her kesî ye.
Ev berhemên hunermenda ji Efrîkaya Başûr, Lorraine Loots in. Wê huner xwendibe jî tercîh nekiribû huner jê re bibe pîşe. Lê di ber re, wê karê xwe yê hunerî jî dikir; weke projeya wê ya bi navê "365 wêne ji bo gêrikan/mîrokan". Ev projeya sala 2013'an gelekî bal kişand ser xwe û heta navneteweyî jî hate naskirin. Û vê projeyê rê vekir li ber projeya 2014'an a bi navê "365 kartên posteyê ji bo gêrikan". Sala 2015'an Lorraine Lootsê "100 wêne ji bo gêrikan" xêz kirin. Axir ji New Yorkê heta bi Hong Kongê, ji Singapûrê heta bi Sydneyê li gelek deverên dinyayê pêşangehên wê hatin vekirin û îro bêhtirê 290 hezar mirovî tenê li ser Ingstagramê hunerê wê dişopînin.
NAVENDA NÛÇEYAN