‘Hûn bi hiriya pez çi dikin?’

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 24 Hezîran 2024 - 00:48

  • Roy Kady hunermend û tenkarekî serketî yê Navajoyî ye. Ew bi rêûresmên berê yên erdnîgariya xwe dadikeve û nahêle ev çanda kevnar were jibîrkirin. Ew hem şivan û hem jî hunermendekî elyafê ye. Gava yek behsa keriyên pez dike yekser ev pirs lê diseride; “Hûn bi hiriya pez çi dikin?”

ARDÎN DÎREN

Dinê ango bi navê xwe yê din Navajo herêma çolistanê ya li Bakurê Emerîkayê îfade dike. Navajo li Emerîkayê herêmeke pirr mezin e û erdên li wir ji ber ku ziwa û hişk in ji çandiniyê re nabe. Ji lewma li herêmê xwedîkirina sewalan û girêdayî vî tiştî şivantî karekî girîng e ku xelk debara xwe pê dike. Ji xeynî debarê insanên li wir di warê tevnkariyê de gelekî şareza ne û di vî warî de xwedî rêûresmeke xwedî kok in. Roy Kady jî xwecihekî herêma Navajo ye lê di heman demê de tevnkarekî şareza û hunermendê elyafê ye jî. 

Roy Kady hem şivan û hem jî hunermend e. Roy Kady ji ber ku ji karê xwe pirr hez dike ji xwe re îşlikekî ku “Pez jiyan e” nivîsandiye çêkiriye û bi vî îşlikê xwe derdikeve pêşberî rojnamevanên ku dixwazin pê re biaxivin. Gava ew huner û şivantiyê rave dike dibêje; “Beriya her tiştî ez şivanek im û pişt re jî huner tê ji bo min.” 

Roy Kady bi salan fêrî tevnkariyê bûye û rêûresmên bav û kalên xwe ji bîr nekiriye. Di van salên dawî de ji bilî fêrbûnê ew vê çandê fêrî kesên din jî dike da ku nemire. Roy Kady di warê tevnkariya Navajo de pirr peşketî ye û dibêje nifşên îro bêyî ku hay ji van teknîkan hebin mezin dibin. 

Ji diya xwe fêrî tevnkariyê dibe

Roy Kady dide zanîn ku ew û xwişkeke wî bi hevre mezin bûne û diya wî gelek tiştî fêrî wan kiriye. Bi gotina wî li erdên hatine dagirkirin çi kar hebe wî kiriye. Ji ber ku ew li ber destê diya xwe mezin bûye gelek karên navmalê jî kiriye. Yanî ji şûştina firaqan bigirin heta kar û barên metbaxê xebitiye. Her çend hin kes ji van karên nav malê re gotibin “karên jinan” jî wî guh nedaya van gotinan û her alîkariya diya xwe kiriye. Gava dibe 9 salî jî fêrî tevnkariyê dibe û xalîçeyan çêdike. Roy Kady ji bo karê têkiliya xwe û tevnkariyê bi vî awayî rave dike; “Ez li cem kalik, pîrik û diya xwe gelekî mam. Serpêhatiyên min ên baş çêbûn bi wan re. Nexasim jî diya min gelek teknîkên tevnkariyê fêrî min kir. Hin şêwazên boyaxkirina xalîçeyan û her wiha çêkirina sêwirînên xweşik diyariyê diya min in. Ez bi siûd bûm; hin alav û malzemeyên tevnkariyê ku ji malbat û xizmên me mabûn giş dan min. Bi saya van malzemeyan rêya hunerê ji min re vebû û îlhameke mezin dan min ev tişt. Li gel tevnkariyê elbet em fêrî rênçebrî, şivantî û gavantiyê jî bûn.”

Rengên hawirdor û deştan îlhama wî ne

Roy Kady li ser têkiliya şivantî û tevnkariyê jî van tiştan dibêje; “Keriyên pez gelek tiştî fêrî we dikin. Hûn ê bi çi awayî debara xwe bikin girêdayî wan e. Ew li me û em jî li wan xwedî derdikevin. Weke şivanekî çê divê hûn zanibin pez ji çi hez dike û çi ji wan re baş be divê hûn wî tiştî bidin wan. A rast ew jî zanin ew ê çi bixwin. Ji lewma carna we ber bi giya û nebatên cuda ve dibin. Di vê rêwîtiyê de ez ji rengan, hawirdor û deştan îlhamê digirim. Gava ez karê tevnkariyê dikim ji van formên geometrîk ên xwezayê sûd werdigirim. Jixwe ‘tevnkariya Navajo’ jî ev tişt e; şirovekirina derûdorê. Hemû berhemên min bi vê hişmendiyê hatine çêkirin. Deşt, ewr û xwezaya erdnîgariya Navajo di berhemên min de tên dîtin. Yanî dikarim bibêjim ku temsîliyeta gerdûnê heye di karên min ên hunerî de.”

Tevnkarî yan jî diyariyeke sedsalî

Roy Kady gava behsa pez û şivantiya Navajoyê dike dide zanîn ku şivan jî weke berê nemane. Her wiha pez jî her diçe kêmtir dibe li deştên Navajoyê. Lê dîsa jî heya ji wan tê ew rêûresmên xwe nadin jibîrkirin û tevî bibîranînên mezinên xwe karê elyaf û tevnkariyê didomînin. Roy Kady behsa karê tevnkarî û şagirtiya vî karî jî dike; “Gava em dihatin temenekî diya min digot êdî hûn dikarin van karan bikin. Piştî ku wê gelek tiştî fêrî me dikir berê me dida cîranên me û em li gel cîranên xwe jî fêrî gelek tiştan dibûn. Ez ji zarokên cîranan fêrî gelek tiştî bûm. Em diçûn malên hev û bi vî awayî fêrî hunera tevnakariyê dibûn. Hin motîf û tenknîkên gerdişî jî bi vî awayî di hişê me de diman. Her wiha li min li gel tevnkarên goblen ên Fransî jî şagirtî kir. Li ber destê wan jî ez fêrî gelek tiştî bûm. Bi ya min ev zanîn tenê ne ya kesekî ye. Heger em li vê zanînê bikolin em ê herin heta destpêka mirovahiyê. Gava ez tiştekî fêrî şagirtên xwe dikim jî bi vî awayî nêzî vê hunerê dibim û ez dibêjim ev karê tevnkariyê weke diyariyekê binirxînin ji bo mirovahiyê.”

Bi tevnkariyê teswîrên derûdorê

Roy Kady piştî ku fêrî teknîkên goblen ên Fransî dibe, di tenkariyê de tiştên cuda diceribîne. Her wiha ew gava lîseyê dixwîne wêneyan jî digire û weke hobiyekê dest bi xêzkirina wêneyan jî dike. Ew bi kamerayên 35 mm gelek karan jî dibe serî. Heta îro jî kameraya wî heye. Çi bi telefona destan û çi jî bi kamerayên din ew diçe kurê wêneyan digire. Gava ew rastî dîmenekî tê dibêje; “Ez ê çawa karibim bi rêya tevnkariyê vî dîmenê xêz bikim.” Paşê li gor dîmenên ku wêneyên wan digire rengên xwe diyar dike û bi rêya elyafan dest bi tevnkariyê dike. Ew tenê hirî bikarnaîne ji bo karên xwe. Her wiha qaçilên daran, nebatên bejî, hevreşîm û gelek malzemeyên din jî bikartîne. Gava hin kes dibêjin; “Keriyek pezê min heye.” Ez qet nafikirim û wisa li wan vedigerînim; “Hûn bi hiriyê wan çidikin?” Ewqasî ku ji vî karî hez dike û hunera tevnkariyê her di bîra wî de ye.

Tevnkariyê fêrî neviyê xwe jî kiriye

Berhemê ku Roy Kady herî zêde jê hez kiriye jî xebata wî ya bi navê “Shima” ye. Di zimanê Navajoyî de peyva “Shima” tê maneya dê ango dayikê. Roy Kody dide zanîn ku wî di vê berhema xwe de hemû teknîkên ku zanibûye aniye gel hev û karekî serketî derxistiye holê. Ji lewma ev berhem favoriyê wî ye. Roy Kady di van demên dawî de tevî neviyê xwe Tyrell Tapaha dest bi haziriya pêşangehekê kiriye. Neviyê wî ji bo fêrî şivantiyê bibe û bibe şagirtê kalikê xwe li gel wî dixebite. Ew ê bi berhemên xwe têkiliya di navbera xwe û nihêrînên xwe yên li hember xwezayê şirove dikin. Em di karê xwe de têlên bi strîn jî bakrtînin, ji lewma gava em şivantî dikin her tim ev têl derdikevin hemberî me. Bi vî awayî em derûdora xwe jî tevlî hunera xwe dikin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.