- Mîhrî-Mîtra felsefeyek komînal e û li gorî lêkolînan jî di serdema vê felsefeyê de zayendperestî xuya nake.
DERWÊŞ ELÎ
Nivîskar Xecê Şen di berhema xwe ya bi navê “Hûmîtra: Felsefeya Hunerê ya Mîhrî-Mîtrayî” de li ser mijareke hatiye berovajîkirin hûr dibe. Bi ferhenga têgînên jineolojiyê felsefeya jinê ya Mîhrî-Mîtrayî vedibêje û li ser hîmên wê yên esasî rûdinîne.
Kitêba aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û nivîskar Xecê Şen, ji Weşanxaneya Aramê derket. Xecê Şen di kitêbê de weke bingeha hemû mijaran ferhenga têgînên jineolojiyê nirxandiye û bi salan li ser vê ferhengê xebitiye. Nêzî 400 pirtûkên li ser zanistên jineolojî, ferhengnasî û koknasî-etîmolojiyê xwendine û lêkolîna xwe ya li ser Hûmîtra berfireh kiriye. Di encama vê lêkolînê de felsefeya jinê ya Mîhrî-Mîtrayî derketiye holê. ‘Hebûna’ vê felsefeyê li ser çar pirsên bingeh; yanî watedayin, nirxdayin, zayîn û zanînê ye. Yanî “HÛ”, “BÛN”ê ye. Ev felsefe li Kurdistanê derketiye û li Şam, Misrê û heta Ewrûpayê belav bûye.
Felsefeyek komînal e
Nivîskar Xecê Şen li ser kitêba xwe got, Mîhrî-Mîtra felsefeyeke komînal e û li gorî lêkolînan jî di serdema vê felsefeyê de zayenperestî xuya nake. Şen destnişan kir ku di wê serdemê de (beriya zayinê bi 12-15 hezar sal) mirovan îlme xwezayî ji xwe re rêber dîtine: “Serdema fikrî û hizrî, serdema yekemîn a germahiya rojê, bîr û bawerîya rojê û ilmê xwezayê ji xwe re wekî rêber hîs kirine. Dema zarokek dihat dinê jî, bi pênaseya ‘zarokê rojê û bi rojê hatine dine’ dihatin pênase kirin. Mêr darîçav nebû. Ji ber wê, felsefeya Mîhrî-Mîtra bi pêşengiya jinê bi pêş ketiye. Li ser ilmê xwezayê û bîr û baweriya ‘Roj’ û ‘Ronahî’yê jiyana xwe ava kirine. Jiyaneke komînal e û bê pêşeng e. Rolekî zayenperestî yan jî civakeke zayendperestî xuya nake.”
Hişmendiya deshilatdar felsefe guherand
Şen di dewama axaftina xwe de bal bire ser rola mêrsalariyê bê çawa ev çand û felsefe xerab kiriye û got, “Em vê yekê di felsefe û baweriya Zerdeşt, Îsa û Îslamê de jî dibînin. Ew felsefe û bawerî mînaka herî berbiçav ya zayendperêstî ye. Rol û misyona zayendiya civakê di wan baweriyan de berbiçav e.
Hişmendiya desthilatdar bû sedema guhertin û têkbirina Felsefeya Mîhrî-Mîtrî ya xwezaperwer.”
‘Çanda Mîhrî-Mîtra qir dikin’
Şen bal bire ser dagirkirina Kurdistanê, hişmendî û çanda vê erdnîgariyê ku ji hêla dagirkeran ve hatiye berovajîkirin û got, “Dema Skender êrişî Kurdistanê dike, hemû berhemên Zerdeşt têk dibin û pirtûkên Kurdan dişewitînin. Ew qas qirkirin û qetlîam li ser çanda Kurdan hatiye kirin. Keleha Zerzewan yekemîn cihê felsefe, bîr û baweriya Mîhrî-Mîtra ye, lê li gorî lêkolînan piştî dagirkirina Roma, ew der bûye îbadetgeha baweriyên wan. Di destpêke de hemû felsefe li Kurdistanê li ser Mîhrî-Mîtra ava bûne. Lê pişt re kesên ku Kurdistan dagir kirine, felsefeya Kurdan xistine bin bîr û baweriya xwe.”
Xizmeta heqîqetê
Şen rol û misyona rewşenbîr û hunermendan jî bi bîr xist û got, “Wêjevan divê di roman, helbest û nivîsên xwe de xizmeta heqîqetê bikin. Felsefeya Birêz Ocalan bandor li ser gelek rewşênbirên Kurd kiriye û di zindanan de kesên ku xwe ji zayenperestiyê rizgar kirine û bi vî avayî dinivisînin hene. Bi taybetî hevalên ku di zindanan de dinivisînin. Bangewaziya min li hemû rewşenbirên Kurd e ku wêjeya xwe bi awayekî pispor li ser hevjiyaneke azad bihonin û berheman ava bikin. Her çiqas Modernîteya Kapîtalîst dixwaze bandorê li ser wêjeyê bike jî, li dijî kapîtalîzmê wêjeya heqîqêtê di keseyeta bi hezar hunermendên zindanan û yên li ser çiyan de bi wêjeya Modernîteya Demokratîk civakê ber bi heqîqetê ve dibe. Ez xwe jî bawermendekî vê felsefeyê dibînim."