Jinên Amûdê piştgirî dan banga Ocalan

Nûçeyên Jin

Çarşem 12 Adar 2025 - 16:30

  • Jinên ji bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê piştgiriya xwe ji bo banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û gotin:” Divê her kes ji bo pêkanîna aştiyê li Kurdistanê û derveyî welat peyama Rêbertiyê esas bigire.”

Piştî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan ku tê de banga rawestandina şerê çekdarî û destpêkirina diyalogê ji bo çareseriya pirsgirêkan kir, jinên li bajarê Amûdê der barê mijarê de axivîn.

Peyam di 27'ê Sibatê de li Stenbolê di civîna çapemeniyê de ku ji aliyê DEM Partiyê ve hatibû lidarxistin, hate xwendin.

Şêniya bi navê Şaha Seîd der barê mijarê de wiha got: "Em peyama Rêberê xwe bi dilxweşî pêşwazî dikin, ew ji bo hemû gelan aştî û demokrasiyê dixwaze, divê her kes ji bo pêkanîna aştiyê li Kurdistanê û derveyî welat peyama Rêbertiyê esas bigire.”

Şêniya bi navê Leyla Selman jî got: “Em bi peyama Rêbertî kêfxweş bûn ku bi salan e em li benda wê bûn, em amade ne ku hemû daxwazên rêberê xwe bi cih bînin, em dixwazin wî di nava xwe de bibînin.”

Xedîce Elo ku ji koçberên Erfînê ye jî hêviya xwe ya ji bo dîtina rasterast a Rêber Abdullah Ocalan anî ziman. Xedîceyê got: "Dema ku em peyamek ji rêber dibihîzin, em li bendê ne ku dengê wî bibihîzin, ev gavek baş e, lê em dixwazin rasterast wî bibînin, nemaze di van şert û mercên dijwar de ku em tê re derbas dibin.” ANHA/AMÛDÊ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.