Hozanê dilsozê Rêber Apo

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 29 Gulan 2021 - 05:09

  • Hozan Zinar bi strana dilsoziya bi Rêber Abdullah Ocalan re ya bi navê "Biz Apo’ya söz vermişiz (Me soz daye Apo)" tê nasî

Hozan Zinar di nava têkoşîna azadiya Kurdistanê de demeke dirêj xebitiye. Ew di salvegera 10´an a wefata xwe de tê bibîranîn.
Hozan Zinar bi strana dilsoziya bi Rêber Abdullah Ocalan re ya bi navê "Biz Apo’ya söz vermişiz (Me soz daye Apo)" tê nasîn. ew sala 1954´an li gundê Sarikaraca yê ser bi Ekecika Aksarayê (Anatoliya Navîn) hatiye dinê. Wî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê 16 salî nas kir. Ew jî bi malbata xwe re weke karker sala 1972´yan koçberî Holandayê dibe. 18 salî ew li fabrîkeya Fordê kar dike û li vir dikeve nav têkoşîna sendîkayê. 

Pêşî Hozan Harabî ye

Sala 1976´an di nav komeleya HTÎB´ê de dest bi karê hunerî dike û bi navê Hozan Harabî konseran dide. Hozan Zinar piştî ku destpêka salên 1980’yî bi HTÎB´ê re li hev nekir, ji wê veqetiya û sala 1981´ê di çalakiyên protestokirina cûntayê yên li Den Haagê de derkete ser dikê. Li vir wî weke Hozan Zinar wî strana xwe ya ku wî li ser Salih Kandal a bi navê "Lo Saliho"  çêkiribû got. Salih Kandal ji kadroyên pêşeng ên wê demê yên PKK´ê bû û sala 1979´an di şerê li dijî eşêra Bûcakan de şehîd bûbû.

Di destpêka Huner-Komê de hebû

Hozan Zinar tevî komek welatparêzî di damezrandina Navenda Çanda Kurd a Amsterdamê de sala 1982´yan cihê xwe girt. Sala 1983´yan de jî di xebatên damezrandina Huner-Komê de jî cihê xwe girt û berpirsiyariya xebatên hunerî yên li Holandayê da ser milê xwe. Wî di xebatên radyoya Botan a li Amsterdamê de jî cihê xwe girt. Hozan Zinar sala 1989’an çû Akademiya Mahsûm Korkmaz a li Geliyê Beqeayê. Li vir ew salekê li cem Rêber Abdullah Ocalan ma û xwe di warê îdeolojîk de perwerde kir. Li vir di encama teqînekê de birîndar bû û ji ber ku nekarî xweşik bimeşe, tevî israra wî ya çûna çiyayên Kurdistanê, Rêber Apo ew şand Ewrûpayê. Hozan Zinar di xebatên hunerî û siyasî yên li Ingilistan, welatên Skandînavyayê, Yewnanistan û Holandayê de cihê xwe girt.

Bi sedan berhem li pey man 

Hozan Zinar di xebatên xwe yên di nav Humer-Kom û Koma Berxwedanê de bi sedan berhem afirandin. "Şîrîna Kurdistanê“, "De Bimeş", "Mendo Tuyî", "Çemê Mûşe" û "Munzur Çayi" ji van berhemên wî ne. Û helbet "Biz Apo’ya söz vermişiz" jî yek ji berhemên wî yên navdar e.
Sala 2004´an ji ber teşxîsa bi kanserê ketiye, dest bi dermankirina nexweşiya xwe kir. Herî dawî beşdarî meşa rûreşkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan a 15´ê Sibata 2010´an a li Strasbourgê bû. Gulana 2011’an piştî mirina bavê xwe, pirr êşiya û xwîn çû ser mêjiyê wî. Piştî bi sê hefteyan, Hozan Zinar, 29´ê Gulana 2011´an wefat kir.

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.