Hozan Mizgîn li Helebê bi bîr anîn

În 12 Gulan 2023 - 15:29

Tevgera Kevana Zêrîn li Helebê şehîd Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) bi bîr anî. Tevgerê şahî li herêma Cibênat a rojhilatê taxê, bi beşdariya endamên saziyên sivîl, meclis, partî û şêniyan li dar xist.

Beriya lidarxistina şahiyê, bi dehan şênî û endamên tevgerê li pêşiya navenda tevgerê kom bûn û heta cihê şahiyê meşiyan.

Li cihê şahiyê endama rêveberiya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan Remziye Salih axivî û di şexsê şehîd Mizgîn de şehîdên azadiyê hemû bi bîr anîn û got, “Şehîd Mizgîn ji bo têkoşerên tevgerê, pêşeng bû, çand û hunera resen a jinan parast.”

Remziye got, “Em heta aştî û demokrasî li Kurdistanê pêk were, dê şehîd Mizgîn bi bîr bînin.”

Di dawiyê de Remziye piştgiriya jinên Bakurê Kurdistanê kir ku tev li hilbijartinan bûne û diyar kir ku serkeftina wan, ji bo pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê serkeftin e.

Di şahiyê de koma Şehîd Vejîn a Tevgera Kevana Zêrîn, Koma Agirî ya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo hunerên xwe nîşan dan û stranan gotin. Her wiha sînevizyonek têkildarî jiyana şehîdên navenda çand û hunerê hate nîşandan.

ANHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.