Hosteya pirpirînkên ji caw û kitan

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 29 Tebax 2022 - 22:00

  • Neviya Agnes û Corayê: Ev min bi rastî jî razî dike ku ez tiştan ji nû ve bi kar bînim, û bikim ku caw û pişkokên kevin weke aksesuwareke bênimûne vejînim, û hêvî dikim ew veguhere xezîneyeke nû.

Kulîlkek, çivîkek, mêşeke hingiv û gelek gelek pirpirînk, minminîk… Lisa Toppin a ji Skoçyayê esas pirpirînkan, yan jî perperîk û minminîkan çêdike. Ji bo hunerê xwe jî ta û cawên cihê reng û dirûna bi derziyê û bi mekînê bi kar tîne. Ew berhemên xwe li mala xwe ya li gundikekî piçûk ê bi navê Fife ê li Skoçyayê çêdike û di ser galeriya xwe Agnes and Cora nîşan dide û difiroşe. Berhemên wê gelek caran aksesuwarên cilûbergan yan jî aksesuwarên xemlê yên navmalê ne.

Ew dibêje, “Ez gelekî hez ji fesilandinê dikim. Û ji wexta tê bîra min û vir ve, ez vê dikim. Ez pirr hez ji rîtma dirûna bi destan dikim û herî zêde jî ez bextwer im gava derzî û şûjin di destê min de ne.”

Ji bo hilberandina berhemên xwe, ew helbet divê hez ji fesilandin û dirûnê bike, lê jê re caw, ta, pişkok û gelek hûremûrkên din lazim dibin: “Ez wisa hinekî weke çivîkên qelebask im û tim û daim ez caw, pişkok û morrî mincikan berhev dikim. Odeka min a piçûk a karî, bi ser ve tiijî ye ji qutiyên terîş û parçeyên qumaş û cawan, parçeyên kitanan û pembû, lodên kitêbên mestereyên çêkirina tiştan ji qumaşan û çavîkên mişt ji pişkok û morî mincikan.”

Kontrastên ne adetê ji bo gotina çîrokê

Ew mestereyên ji bo berhemên xwe hem ji xwezayê û hem jî ji kitêb û wêneyan digire. Lê ji bo ku karibe malzemeyên bê qisûr li gorî berhemê çêke, lazime têra xwe baldar be: “Ez timî bêhnfereh im ji bo neqandina kombînasyona bêqisûr a materyalan ji bo her parçeyî û ez hez dikim bi rengan û tevnan kar bikim. Û ez hez dikim kontrastên balkêş û neadetî jî bi kar bînim da ku çîrokeke her aksesuwarê hebe.”

Ji bo ku tiştên kevin bibin xezîneyên nû

Heta ji wê tê ew materyalên hatine bikaranîn ji nû ve bi kar bîne û sedema vê jî wiha rave dike: “Ev min bi rastî jî razî dike ku ez tiştan ji nû ve bi kar bînim, û bikim ku caw û pişkokên kevin weke aksesuwareke bênimûne vejînim, û hêvî dikim ew veguhere xezîneyeke nû.”

Ji sala 2018´an ve ew debara xwe bi temamî bi vî karî dike. Ew hin dîzaynên xwe yên gelekî tên firotin dubare, sêbare û gelekbare çêke jî, ew her dîzaynên nû li dîzaynên heyî zêde dike û bi markeya xwe Agnes and Cora dixe bazarê.

Agnes û Cora dapîrên wê ne

Navê markeya wê jî ne hema welê lêhato ye. Wê navê her du dapîrên xwe yanî Agnes û Cora aniye cem hev û navê markeya xwe û atolyeya xwe wiha diyar kiriye. 

Ew berhemên xwe ji hin dikanên neqandî yên Skotlandê re jî dişîne û online jî nîşan dide û difiroşe.   

Axir ew dibêje, ew îlhama xwe ji xweza, hunerên gelêrî, nîşan û rengan werdigire, û li mala xwe ya li gundikê Fife ew heta jê tê standarta xwe weke bêqisûrî diyar dike. 

Çiqasî di vê de bi ser dikeve, ew jî wê bibe biryar û hukmê xelkê. 

Nimûneyek ji berhemên wê

Ji bo pirpirînkeke zer a bronş a ku wê ji materyalên kevin weke 9,5 santîmetro fereh çêkiriye, ew dibêje, “Ev şiroveya min a pirpirînkeke cinsê Cleopatra Brimstone ye. Min ew bi parçeyên qumaş, kêlên bi destan û dirûna bi mekînê, bi reng û tonên zer û porteqalî çêkirin. Min xwest heta mumkin e zêde bikim ku pirpirînk weke rastiyê xuya bike. Ji ber wê bi serêşî min rahişte parçeyên hûrik ên qûmaşn pirrdîqet neqandî û ew li cihên lazim bi cih kirin da ku nîşanên peran ji nû ve çêkim, ji bo vê jî min pembûyên cihê yên berê bikarhatine anîn, bi kar anîn.”

GLASGOW

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.