Hosta Şêrko 50 sal in necariyê dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 6 Çile 2024 - 05:15

Berê li bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê hinek pîşeyên wek necarî, hesinger, kurtan dirûn, pînevanî û çêkirina pêlavan hebûn. Hosta Şêrko jî li navçeya Koyê yek ji van pîşevanên kevin ên bajêr e. Nêzî 50 sal in karê necariyê dike.

Hosta Şêrko Omer niha temenê wî 68 sal e, ew ji zarokatiya xwe de li ber destê bav û birayên xwe fêrî pîşeyê dartaşînê bûye. Şêrko Omer wiha behsa karê xwe dike:“Berê me karên din dikir. Niha ew kar nemane û ji ber wê ez niha mijûlê çêkirina amûrên berê me. Di berê de me gelek karê çêkirina amûrên çandiniyê dikir. Lê niha ji ber ku ew kêm tên bikaranîn, niha min dest bi çêkirina landik, dolab û tiştên wisa kiriye. Ez hemû karekî necariyê dizanim.” Di dewamê de Hosta Şêrko diyar kir ji piştî şerê DAIŞ’ê qeyrana darayî derket û kar kêm bûye û wiha got:“Ji ber qeyrana darayî em niha zêdetir karê çêkirin û firotina kelûpelên bikarhatî dikin. Ji ber ku erzantir e û xelk dikare wan bikire û bikar bîne.”

Hosta Şêrko diyarkir ku di sala 1970’an de wî li gel bavê xwe dest bi karê necariyê kiriye û piştre jî dikanek ji xwe re vekiriye û heta niha tê de kar dike. Şêrko diyar kir ew ji pîşeyê xwe hez dike û got:“Ev pîşe ji bo malbata me bûye nasnavek. Lê niha tenê ez vî karî dikim, zarokên min vî karî nakin, jê hez nakin.”

Hosta Şêrko da zanîn di berê de debara malbata wan li ser vî pîşeyî bû, lê niha ji ber xwesteka li ser kelûpel û amûrên Kurdewarî kêm bûye, dahata wê jî têra debarê nake.

ROJNEWS/KOYÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.