‘Hizrên Rengîn’ ên ciwanan

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Îlon 2024 - 00:57

Li Navenda Çalakiyên Ciwanan a Kelarê ku 22 sal in bi berdewamî pêşangehên hunerî vedike, îsal jî bi beşdariya 25 hunermendan pêşangeheke nû ya bi navê “Hizrên Rengîn” ji bo ciwanan hate vekirin. Di pêşangehê de 50 tablo hatin nîşandan, tablo portre û realîst bûn û ji gelek şêwazên din pêk dihatin.

Di derbarê pêşangehê de Esra Ednan axivî û got: "Ez xwendekara Navenda Çalakiyên Ciwanan im, ev xewna min a zaroktiyê ye. Berî sê salan min li Navenda Ciwanan dest bi fêrbûna şêwekariyê kir, bi alîkariya Mamoste Serdar Nûrî, lê niha ez bi rengekî akademîk jî hîn bûme. Havînan em ji bo wêneçêkirin û kursên fêrbûnê tên vir.

Her sal di meha nehan de em tabloyên xwe li Navenda Ciwanan nîşan didin. Salên berê min sê-çar tablo çêkiribûn, lê îsal ez tenê bi yek tabloyê beşdar bûm. Tablo ya Vincent van Goghê Holandî ye, navê tabloyê ‘kartolxur’ e ku jiyana komek karkeran nîşan dide. Ji ber xizaniyê her roj kartolan dixwin.”

‘Behsa Şahbanûyeke Babilî dikim’ 

Piştre Sara Qasim têkildarî fêrbûn û tabloya xwe axivî û got: “Şeş sal in ez li vir im û ez bi du tabloyan beşdarî pêşangehê bûm. Tabloya min behsa şahbanûyeke Babilî dike, min xwest bi awayekî taybet ji bo xwe bixebitim. Gelek girîng e ku ciwan di her qada jiyanê de şiyanên xwe pêş bixin, çi şêwekarî be, çi muzîk be, ferq nake, girîng ew e ku şiyanên xwe derxin holê. Ev navend ji bo xwendekaran cihekî gelek guncaw e ku bikarin şiyanên xwe tê de bibînin.”

ANF/KELAR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.