‘Hîv’ xelata Juriya Taybet girt

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 22 Tebax 2024 - 00:37

Festîvala Filman a Locarnoyê bi xelatdayînê bi dawî bû. Derhênera kurd Kurdwin Ayub bi filmê xwe "Moon" (Hîv) xelata Juriyê ya Taybet girt.

Festîvala Filman a Locarnoyê ya 77’an piştî 11 rojan bi dawî bû. Festîval îsal di navbera 7-17'ê mehê de li dar bû û bi belavkirina xelatan bi dawî bû. Di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de derhênera ji Lîtvanyayê Saule Bliuvaite Xelata Mezin a Festîvalê "Leopara Zêrîn" girt. Derhênera kurd Kurdwin Ayub jî di heman beşê de bi filmê xwe "Moon" Xelata Taybet a Juriyê girt.

Di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de ev xelat hatin belavkirin:
Xelata Leoparê Zêrîn: Fîlmê AKIPLÊSA (Bijehr)/ Derhêner Saulê Bliuvaitê / Lîtvanya 
Xelata Taybet a Juriyê: MOOD / Derhêner Kurdwin Ayub / Avusturya 
Derhênerê/a Herî Serketî: SESES (DROWNING DRY) / Derhêner Laurynas Bareisa / Litvanya/Letonya
Lîstikvanê Herî Serketî: Bi rola di "Seses" (Xeniqîn) de Laurynas Bareisa, Litvanya/Letonya 
Lîstikvana Herî Serketî: Bi rola di "Suyoocheon" dem Minhee, Koreya Başûr
Xelata Mansiyonê: QING CHUN (KU) derhêner Mar Coll, Spanya

Mijara filma ‘Hîv’
Di filmê derhêner Kurdwin Ayub de sê keçikên xwişkên hev hene ku keçikên malbateke dewlemend a Urdunî ne. Hosteya pevçûnan a berê Sarah ji bo perwerdekirina her sê xwişkan dema ji Awistiryayê vediqete diçe cem wan, fêm dike ku têkiliya her sêyan ji dinyayê qut bûye. Ayub li ser vê yekê gotiye, "Ne girîng e ew ji ku hatine, ew her sê di qefesê de ne. Qefesên ku dixwazin jê veqetin û qefesên hêvî dikin vegerin wir."

DÎYARNAME

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.