Hişyarî ji bo zimanê zikmakî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Sibat 2025 - 00:16

Şaredariya Kayapinara ji bo 21’ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî gelek çalakî dabûn destpêkirin. Li gor bernameyê çalakî wê 17’ê mehê dest pê kirin û heta 21’ê mehê bidomin. Çalakiyên pêşî duh dest pê kirin. Ya herî balkêş jî vîdeoya ku jinan amade kir.

Meclîsa Jinan ya Şaredariyê û Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ya Şaredariya Peyasê (Kayapinar) bi rojeva pîrozhiyên 21’ê Reşemî û 8’ê Adarê civiyan. Di civînê de ji roja ku Meclisa Jinan a Şaredariyê hatiye avakirin heta îro, li ser xebatên ku kirine sekinîn û ji bo pîrozbahiyên rojên pêş dê çi bernameyan saz bikin jî axivîn. Di civînê de biryara ku “daîmî bicivin, bênavber xebatên xwe binirxînin û van xebatan bidomînin” girtin. 
Her wiha di civîna Meclisê de ji bo pîrozbahiyên 21’ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê jî xebatek dan pêşiya xwe.

Ji Meclisa Jinan Hişyariya Ji Bo Ziman

Meclisa Jinan a Şaredariya Peyasê û Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, bi endamên Meclisa Jinan re bal kişandin ser bikaranîn, dewlemendî û girîngiya zimanê zikmakî û kurte vîdeoyek amade kirin. Di kurte vîdeoyê de fabl, meselok, gotinên pêşiyan û peyamên ji bo giringiya roja Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê, dan û li ser medyaya civakî ya şaredariyê belav kirin.
Meclisa Jinan ya Şaredariya Peyasê û Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ji bo parastin û pêşvebirina ziman, diyar kirin ku dê xebatên xwe yên bi vî rengî bê westan û rawestan bidomînin.

Çalakiya Li Akademîya Zanînê

Gerînendetiya Karên Civakî û Çandê bi wesîleya jî tevî xwendekar û ciwanên li Akademîya Zanînê dixwînin çalakiyek pîrozbahiyê li dar xistin.
Pîrozbahiya ku li Akademiya Zanînê li dar ket, bi tevlêbûna xwendekarên li Akademiya Zanînê dixwînin û malbatên wan pêk hat. Cîgerê Hevşaredaran Yilmaz Guneş jî beşdarî pîrozbahiyê bû û bi axaftinekê bal kişand ser bikaranîn û girîngiya zimanê zikmakî. Di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku wê xebatên çand û hunerî yên şaredariyê ên bi vî rengî bênavber bidomînin.

Piştî axaftinan pîrozbahî bi gerandina govend û stranan bi dawî bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.