Hinar tên bazaran

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 17 Cotmeh 2023 - 16:24

HERÊM QADIR / ROJNEWS / HELEBCE

Bi payîzê re hinarên baxên li Helebceyê êdî gihiştine. Niha welatiyan dest bi çinîna hinaran kiriye û ji bo şandina bazarên Başûrê Kurdistanê amade dikin. Salane li parêzgeha Helebceyê cotyar ji 9 hezar donim bax nêzîkî 35 hezar ton hinaran rêdikin bazarê.

Li gorî başbûna berhemên îsal tê pêşbînîkirin ku îsal li deverê 40 hezar ton hinar bê hilanîn. Her sal festîvaleke taybet ji bo hinaran li Helebceyê tê lidarxistin û ji her aliyê Herêma Kurdistanê xelk berê xwe dide vê festîvalê.

Emer Namîq yek ji baxçevanên li gundê Tepetoleke yê Helebceyê ye û wî dest bi çinîna hinarên xwe kiriye. Emer dibêje: “Beşek ji hinarên xwe em difiroşin derveyî Kurdistanê. Beşekê jî li bazarên navxweyî difiroşin.”

Li Helebceyê 11 cureyên hinaran tên hilberandin. Baxçevan Emer Namîq dibêje, hinarên baxçeyê wî ji cureyê ‘Salexanî’ ye û tama hinarên vî cûreyî xweş e. Li gorî Emer Namîq, îsal ji salên bihurî bêhtir hinar hilanîne, ji ber ku par zû serma ketibû.

Sumeyye Heme Cafir ji Koleja Werzîşê ya Zanîngeha Helebceyê bi pileya yekem mezûn bûye, niha di karê çinîna hinaran de kar dike; ew jî dibêje, “Ev 5 sal in ez vî karî dikim. Em pirr caran xizmên hev in, îro 13 kes bi hev re di çinîna hinaran de em dixebitin. Xewna min ew e ku ez di pisporiya xwe de kar bibînim, piştî ku xwendina xwe ya master û doktorayê bi dawî bikim, di warê xwe de xizmetê bikim.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.