Hîmê Jiyana Azad bi Soranî hat çapkirin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 11 Gulan 2021 - 03:12

Pirtûka ‘Hîmê Jiyana Azad’ a Rêber Abdullah Ocalan bi Soranî hate çapkirin û di demeke kurt de dê bigihîje ber destê xwendevanan.

Pirtûk ji diyaloga 23 bîrmend û şoreşgerên navneteweyî ya li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê. Pirtûk bi pêşengiya “Înisyatîfa Navneteweyî ya Ji Ocalan re Azadî” hatiye wergerandin û 20 kesan ji bo wergerandina pirtûkê kar kirine.

Ev pirtûk bi boneya 70’emîn salvegera ji dayikbûna Rêber Abdullah Ocalan hatiye nivîsandin û weke çîroka sêyemîn a ji dayikbûna Abdullah Ocalan tê pênasekirin.

Rêber Abdullah Ocalan jiyana xwe di sê qonaxan de dinirxîne. Ji dayikbûn, damezirandina PKK’ê û berxwedana li Îmraliyê.

Pirtûka ‘Hîmê Jiyana Azad’ ya diyaloga li gel Rêber Ocalan di demeke nêzîk de dê bigihîje pirtûkxaneyên Başûrê Kurdistanê û derveyî welat.


ROJNEWS/SILÊMANÎ

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.