• Hêvîdar Belek a ku bi hunerê çînîkariyê ku wek hobiyê fêrî bû û bi pêş xist, armanc dike ku bi berfirehkirina karê xwe atolyeyekê veke.

MEDÎNE MAMEDOGLU / JINHA/AMED

 
Hêvîdar Belek a ku bi hunerê çînîkariyê ku wek hobiyê fêrî bû û bi pêş xist, armanc dike ku bi berfirehkirina karê xwe atolyeyekê veke. Hunerê çînî ku bi şêwekirin û rengdayîna lalîkên seramîk, guldank û fîncanên din tê zanîn, lênihêrîneke mezin hewce dike. Hêvîdar Belek a ku 4 sal in bi vê xebatê xwe bi pêş xistiye, dixwaze hunerê çêkirina çînî fêrî jinan hemûyan bike.

‘Bi vî karî xwe baştir hîs dikim’ 

Hêvîdar Belek bi kursa  re elaqeyê ji hunerê çînî re nîşan dide. Piştî perwerdeyê êdî bi xwe hildiberîne. Hêvîdar Belek ji ber ku atolyeya wê tine ye, karên xwe li malê dike, bi riya kanala ku li ser medyaya dijîtal vekiriye berhemên xwe nîşan dide. Li ser vê yekê wê got; “Di demekê de ku bêkar mam, ketim nava lêgerînê. Min wê demê dest bi vî hunerî kir. Ez çûm kursê û fêrbûna vê hunerê ji xwe kir hobî. Min ev huner gelekî nêzî xwe dît, pê re bûm yek. Bi kirina vî karî, xwe pirr baş hîs dikim. Ez bi vî karî dikarim ji bo paşeroja xwe û zarokên xwe mîrateyeke hunerî bihêlim.

Ew hesteke hêja ye. Hunera çînî û hilberandin ji bo min terapî ye. Hûn li wir li dengê dilê xwe guhdarî dikin û tenê huner dikin. Ev der ji bo min cîhaneke pirr cuda ye.”
 

‘Dixwazim atolyeyeke min hebe’  

Hêvîdar Belek, diyar dike ku ji bo vî hunerê xwe veguherine pîşeyekî, wê xebat meşandiye: “Ez li ser amûrên ku di nav de guldank, sênî û fîncan jî hene bi boyaxê wêneyan çêdikim. Em karoyan tinîn li gel hev û tabloyan çedikin. Vî karê ku ez dikim, bi min re pirr meraq ava kir. Dema min dît ku ez dikarim bikim, jêhatîbûna min heye, min ev kar parast û ev çar sal in ez vî karî dikim. Ez bawer dikim ku karên pirr xweş dikim. Min wekî hobî dest bi vî karî kir lê ji ber ku pirr jê hez dikim, dixwazim wî veguherînim meydaneke berfirehtir. Di pêşerojê de ez hêvî dikim ku di vê wateyê de atolyeyeke min hebe û karê xwe bi awayekî xweş bikim.”
 
‘Di navbera çar dîwaran de nemînin’ 

Hêvîdar Belek, diyar kir ku ew di dema xebatên xwe de di nava boyax û şêweyan de dikeve nava cîhaneke cuda û got, ew dixwaze hunerê bigihîjîne jinan hemûyan. Hêvîdar Belek got, divê jin di navbera çar dîwaran de nemînin: “Em dizanin ku bi hezaran jin hene li malê, tenê bi zarok û mala xwe re elaqedar dibin. Huner ji mirovan re li cîhanên cuda derî vedike. Mafên jinan e ku çi bixwazin wê bikin. Ez dixwazim heta ji destê min tê, vî karî bigihîjînim jinan. Ev hewldan wê jinên me ji tengasiyên rojane dûr bixe û bêhnê bi wan bide girtin.”