Hikûmet Hewreman paşguh dike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 15 Cotmeh 2024 - 00:48

Hewraman yek ji herêmên herî diyar yên Başûrê Kurdistanê ye ku bi çanda xwe ya cilûberg, xwarin, jîngeh, mîmarî û stranan ve tê naskirin. Niha çanda herêmê di bin metirsiya tinebûnê de ye. Welatiyên Hewramî rexne li hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê dikin û dibêjin “Hikûmet Ji çanda gelê herêmê fam nake, lewma li wê nanêre.”

Hewreman herêmeke girîng ya geştiyarî û berhemên dîrokî ya Başûrê Kurdistanê ye. Di salên borî de rêkxistina UNESCO Hewreman xist lîsteya ‘herêmên geştiyariya şûnewariyê’, lê di van salên dawiyê de ji ber bikaranîna keresteyên avahîsaziyê xweza û reseniya vê herêmê hêdî hêdî tê guhertin û çanda xwe ya erdnîgarî winda dike.

Weke deverên din, hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê nekariye di aliyê çandî de biparêze. Ji bilî wê yekê li gor tê xwestin xizmetgûzarî ji devera Hewraman re nekiriye. Derbarê mijarê de welatiyên Hewremanê yên ji pîşeyên cuda nêrînên xwe ji ajansa me re axivîn.

Nivîskar û kesayetekê navdar yê Hewremanê Dara Hewramî got; “Dema ku ji Hewramaman re dibêjin Hewramana Text, tê wê maneyê ku bajarî bûye, ango serî li welatên cîran û dagirkeran nedaye. Bûye navenda mirovahiyê. Wêje û çandeke wê heye ku derdora xwe nîşan dide û dikare gelek sûd jê were girtin.”

Muzexaneyekê ava bikin

Hewramî da zanîn ku divê ew nivîsên li mûzaxaneyên Îran û Londonê li ser Hewreman hatine nivîsîn pêşkeşî xelkê Hewreman bikin. Dara Hewramî got; “Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê li gor tê xwestin kar û xizmet ji devera Hewremanê re nekir. Girînge ku ji bo devera me ya Hewreman muzexaneyek were vekirin. Divê hemû çand, jiyan, şaristanî, muzîk û dîroka Hewremanê di vê muzexaneyê de bê nîşandan. Yanî divê em nifşên xwe ne bi mejiyeke teng, bi mejiyeke fireh perwerde bikin.”

Hikûmet çanda li Hewremanê nabîne

Kesayetî û rewşenbîrê navdar yê Hewramanê Kiwêxan Eyûb jî têkildarî mijarê got; “Pir kêm tiştên ku hikûmetê çêkirine em dibinin. Guhdaneke cidî li ser belavbûna hişyarî û zanîna berfireh li Hewramemanê nîne. Hikûmet girîngiya çanda Hewremanê nas nake ku girîngiyeke cidî bide wê. Erka hikûmetê ewe ku piştevaniya madî bike û şert û mercên çalakiyên ku çanda Hewremanê biparêzin çêbike.”

Hewrameman yan jî Horaman herêmeke çiyayî û geştiyarî ye û dikeve navbera Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê û Helebceya Başûrê Kurdistanê. Hewreman ji aliyê folklorê ve gelek dewlemende û muzîk û cilûbergên xwe yên taybet hene.

ROJNEWS/HEWREMAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.