Hezkirina Şadî ya pirtûkan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 11 Hezîran 2024 - 00:09

Şadî Hesen a 30 salî xelkê navçeya Sengeser ya ser bi îdareya Raperînê ye. Di sala 2020’an de, li Koleja Qeladizê beşa Perwerdehiyê û Psîkolojiyê qedand. Şadî piştî ku ji kar bêhêvî bû, xwestekek mezin a xebatê û aboriya serbixwe pê re çêbû. Şadî Hesen ev 6 salin bi rêya medya dijîtal pirtûkan difiroşe.

Ji ber biçûkbûna Sengeser û girtîbûna herêmê, her wiha hezkirin û hewesa wê ya ji qonaxa zanîngehê ve ya ji bo xwendin û xebatê, Şadî fikirî ku dikare wek jinekê bi rêya firotina pirtûkan derfeta kar ji bo xwe biafirîne. Her wiha xwest ku bi vê rêyê di warê peydakirina pirtûkan de bi xwendevanan re bibe alîkar. Li ser vê yekê fikrê xwe dixe pratîkê û li ser medya dijîtal dest bi firotina pirtûkan dike. Di mala xwe de odeyekê weke pirtûkxaneyekê dîzaynkiriye û bi sedan pirtûkên cur be cur tê de hene.

Weke Şadî bi xwe dibêje bêkarî û biçûkbûna deverê nehiştiye dest ji armanc û xeyalên xwe berde û got:“Niha ji ber ku ti derfetên kar ji aliyê hikûmetê ve nayên dayîn. Divê ciwan bi taybetî jî jin hewl bidin û şiyanên xwe nîşan bidin. Awayê xebata min bi rêya medya dijîlate. Her wiha ji ber ku ez wekî pirtûkfiroş têm naskirin, gelek caran ji derve pirtûk tê xwestin û ez ji bo wan dibim an jî ew bi xwe tên û li gorî daxwaza pirtûk digirin.”

ROJNEWS/SENGESER

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.