- Belgefilma ‘Hêza’ li Mihrîcana Belgefilman a Portekîzê hêjayî xelatê hate dîtin.
Belgefilma ‘Hêza’ li Mihrîcana Belgefilman a Portekîzê hêjayî xelatê hate dîtin. Derhêner Derya Denîz, xelata filmê ya 7’an diyarî rojnamevana şehîd ‘Denîz Firat’ kir.
Belgefilma ‘Hêza’ ya bi derhêneriya Derya Denîz behsa jineke têkoşer ya Êzîdî dike ya ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar dibe. Belgefilm hêjayî xelateke din a navneteweyî hate dîtin.
‘Hêza’ herî dawî beşdarî mihrîcana belgefilman a Portekîzê ya li bajarê Melgacoyê bû û ev bajar jî bi berxwedêriya xwe ya li dijî faşîzma Salazar tê nasîn! Mihrîcana Belgefilman ya MDOC-Melgaco di navbera 1-7’ê Tebaxê de pêk hat. Ji 25 welatan 42 belgefilmên kurt û dirêj beşdar bûn. Atolyeyên nîqaşê jî hatin lidarxistin.
Hêja di mihrîcanê de hêjayî xelata ‘Don Kîşot’ hatiye dîtin. Afat Baz ku bi navê ekîba belgefilma ‘Hêza’ xelat ji jûriyê girt, li ser navê ekîbê ragihand ku ew xelatê diyarî rojnamevan Denîz Firat dikin.
Denîz Firat 8’ê Tebaxa 2014’an, çaxê ku êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên dijî Wargeha Penaberan a Mexmûrê dişopand, bû hedefa guleyên çeteyên DAIŞ´ê û şehîd bû. Belgefilma ‘Hêza’ heta niha bi giştî 7 xelatên navneteweyî li mihrîcanan girtine.
NAVENDA NÛÇEYAN