Hêza serhatiya jinek Êzîdî ye

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 21 Cotmeh 2021 - 01:40

  • Belgfilma bi navê “Hêza” ji sala 2019’an ve dîmenên wê li Reqa, Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û li Şengalê hatine girtin û di nava salek de temam bûye.

Belgfilma bi navê “Hêza” ji sala 2019’an ve dîmenên wê li Reqa, Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê û li Şengalê hatine girtin û di nava salek de temam bûye.

Belgefilma “Hêza” serhatiya jinek Êzîdiye ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê revandin, piştre ji destê DAIŞ’ê xwe rizgar dike. Li Şengalê dibe fermandareke YJŞ’ê û ji bo tolhildana civaka Êzîdî diçe Reqayê li dijî DAIŞ’ê şer dike. Ev belgefilm wê di demek nêzîk de were belavkirin.

Belgefilm li ser serpêhatiya jineke Êzîdiye ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li gel 24 endamên malbata xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve tê revandin. Çeteyên DAIŞ’ê wê dibin Reqayê, li wir rastî gelek kiryarên xirab ên çeteyan tê. Gelek caran hewla întiharê dide lê namire. Ew piştre li Reqayê bi rêya malbatek Kurd xwe rizgar dike. Di sala 2015’an de carek din tê Şengalê û dibe yek ji fermandarên YJŞ’ê.

Di sala 2016’an de wek fermandara YJŞ’ê diçe Reqayê û tevlî operasyona paqijkirina Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê dibe. Piştî xelafeta DAIŞ’ê li Reqayê tê hilweşandin, serdana wê malbata Kurd a ku di dema DAIŞ’ê de alîkariya wê kirî, dike.

Derya Deniz derhêneriya belgefilmê kiriye, muzîka wê ji aliyê Mehmud Berazî ve hatiye amadekirin. Her wiha montaj û wênegirtina wê jî ji aliyê Şaristan Mahîr, Aza Boran, Afat Baz û Îbrahîm Sedî ve hatiye kirin.

Belgefilm temam bûye û fragmana belgefilmê hat belavkirin. Wê di rojên pêş de tevli festîvala filmên navdewletî bibe û piştre jî wê were belavkirin.

JINNEW/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.