Hewldana Dijî Tecrîdê wê hevdtînan bike

În 13 Îlon 2024 - 02:40

Ji Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edaletê Ozturk Turkdogan diyar kir bi rojeva tecrîdê ya li ser Rêber Ocalan ew ê bi partiyên siyasî re hevdîtinan bikin, derheqê rewşa heyî agahiyê bidin wan. Turkdogan got,’’Em ê bang li mirovên xwedî wijdan ên vî welatî bikin. Em ê bang li rewşenbîr û rojnamegeran bikin. Em ê rewşê vebêjin û bibêjin 'Êdî hûn jî dengê xwe bilind bikin.

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan ê ku di nav ‘’Hewldana Li Dijî Tecrîdê Edalet’’ê  cig digire bal kişande ser tecrîda li ser Ocalan û got,“Çar sal e tu xeber tune ye. Di vê pêvajoyê de hikûmetê bersivek ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê re şandiye. Gotiye 'Tecrîd tune ye'. Çawa tune ye? Ji bo rastiya vê divê parêzer bi rêkûpêk hevdîtinê bikin. Divê endamên malbatê bi rêkûpêk hevdîtinê bikin. Ev mafê wan ê qanûnî ye. Rewşa li vir bi rastî ji aliyê wijdanî, exlaqî û hiqûqî ve nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê jî em hatin cem hev û em cardin li dijî tecrîda edaletê dixwazin. Em dixwazin ger qanûneke vî welatî hebe, bila pêk bê."

Bernameya tecrîdê wê çêbibe

Turkdogan îşaret bi wê yekê kir ku wê hewldan ji bo bidawîkirina tecrîdê bernameyekê çêbike û got, di vê bernameyê de wê bi partiyên siyasî re jî hevdîtin bên kirin. Turkdogan anî ziman ku ew ê der barê tecrîdê de aliyên siyasî agahdar bikin û got: “Em ê dosyayên rewşa heyî diyar bikin. Armanca me ya li vir tenê ev e; ji bo ku tecrîd bi rastî were rakirin. Armanca şênber ev e. Em tenê dibêjin: Em ê bang li mirovên xwedî wijdan ên vî welatî bikin. Em ê bang li rewşenbîr û rojnamegeran bikin. Em ê rewşê vebêjin û bibêjin 'Êdî hûn jî dengê xwe bilind bikin.'"

Çalakiyên ji bo azadiyê wê encam bidin

Turkdogan da zanîn ku ew difikire ku çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan dê encamê bidin û got: “Mandela yekser tê bîra min. Li seranserê cîhanê ji bo Mandela kampanyayeke mezin hat destpêkirin. Bi wê kampanyayê re di pêvajoya azadiya wî de guhertin û veguhertin dest pê kirin. Ev yek li Tirkiye di salên 2013-2015'an de pêk hat. 28'ê Sibata 2015'an bi rastî jî rojeke dîrokî bû. Ew metna deklerasyonê ku ji aliyê serokê serhildana dawî (PKK) ve hatibû nivîsandin, deklerasyona demokrasiyê bû. Ez bi rastî carinan matmayî dimînim. Diviyabû yên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin piştgirî bidana vê daxuyaniyê. Ma di çareseriya pirsgirêka kurd ji vê demokratîktir tiştek heye?" 

Piştî 7 salan kir rojeva xwe

Turkdogan biryara "binpêkirinê" ya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê Rêber Abdullah Ocalan de jî bi bîr xist û bertek nîşanî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE BK) da ku piştî 7 salan vê biryarê xistiye rojeva xwe û got,’’Komîteyê di encama berxwedana gelê kurd de biryara Abdullah Ocalan xistiye rojeva xwe, di 7 salan de li Tirkiyeyê çi nebû? Tirkiye pêşî bi awayekî nefermî û piştre jî bi awayekî fermî bi Rewşa Awarte hat birêvebirin.’’

Komîte wê çi biryarê bide?

Turkdogan diyar kir ku divê komîte biryara rakirina tecrîdê bide. Turkdogan destnîşan kir ku divê şert û mercên serbestberdanê bên afirandin û got: "Divê desthilata siyasî, îradeyeke siyasî nîşan bide û bi berdewamî diyar kir ku wan wekî partî berê jî ji bo Abdullah Ocalan serî li Wezareta Dadê daye, lê heta niha tu bersiveke erênî û neyînî negirtine û got ku wê wekî din jî serlêdan çêbibin û bi awayekî hiqûqî vê yekê bişopînin. 

MA/MEHMET ASLAN/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.