Hewla avakirina siberojeke azad

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Îlon 2022 - 03:31

Bi sedan zarokên kantonên Efrînê û Şehbayê ji bo ku beşdarî Mihrîcana Zarokan a 3’yan bibin, li Hola Mîtan a li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê kom bûn. 

Mihrîcan beriya du mehan ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Efrînê ve bi dirûşmeya "Azadî ji zarokatiyê dest pê dike, bi ruhê zarokatiyê em ê Rêber Apo azad bikin" tê amadekirin.

Di mihrîcanê de hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê, Şîraz Hemo axivî. Şîraz Hemo mihrîcan li zarokan pîroz kir û got, "Em di vê kombûnê de hewldana avakirina siberojeke azad ji bo van zarokan dibînin. Paşeroja ku dijmin bi moşekên xwe hewl dide tine bike, em bi çand û hunerê xwe ava dikin."

Şîraz Hemo êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û hedefgirtina zarokan şermezar kir û got, “Em şehîdên komkujiyên li navçeya Til Rifetê li dijî zarokan pêk hatine, bi bîr tînin. Dijmin bi rêya zarokan siberoja civakê dike hedef."

Piştre berhemên hunerî yên cihê hatin nîşandan, bi beşdariya 13 komên govend û stranan ên zarokên kantonên Efrîn û Şehbayê. Ev performansên hunerî ji aliyê Tevgera Hîlala Zêrîn ve hatibûn amadekirin û zarok di çarçoveya xebatên wê de hatin perwerdekirin.

Di mihrîcanê de pêşbirkên çandî û giştî yên der barê Efrîn û Şehbayê de jî hatin lidarxistin.

Mihrîcan bi dirûşmeyên silavkirina berxwedanê û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA/ŞEHBA

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.