Zabiteyên ser bi qeyûmê dagirker ê Amedê, tevî polêsên Tirk hewl da konsera hunermend Kasim Taşdogan asteng bikin. 

Hunermendê kurd Kasim Taşdogan xwest li kafeyeke li Taxa Kooperatîfler a navçeya Bajarê Nû ya Amedê konserê bide. Zabiteyên şaredariya qeyûm dagirkirî, û polêsên Tirk bi îdiaya “destûr nehatiye girtin û îxbara dengêniyê” heye, xwestin konserê asteng bikin. Zabite û polîsan bi vê hincetê xwediyê kafeyê Ramazan Şîmşek hişyar kir, û gefa “heke konser bidome, em ê ceza li te bibirrin” lê xwarin. Li ser vê yekê jî konser bê hoparloran domiya. Guhdaran, stranên Taşdogan pê re gotin û konser bi coşeke mezin bi dawî bû. 

Şîmşek nerazîbûn nîşanî rewşê da û gotm “Ev kolan, kolana hunerê ye. Kolana Amedê ye û kolanekî çandî ya bajarê me ye. Em ê heta dawiyê çanda xwe bijîn. Piştî 10 salan, me hunermendekî Kurd ê navdar anî vê derê. Lê hinek kes ji vê aciz bûn. Em jî dibêjin, ‘bila aciz bibin.’ Em ê wan hê bêhtir aciz bikin.” 

AMED