Hevpeymana Mîsak-i Millî

Pêncşem 30 Çile 2025 - 02:45

Li dijî planên Mîsak-i Millî yên Erdogan, Kurd bi gelên herêmê re li ber xwe didin. Erdogan bi dagirkirina Sûriye û Iraqê, dixwaze navendeke şer a bêdawî çêbike.

Hevpeymana bi navê Mîsak-i Millî ya ku axa Kurdistanê ji aliyê dagirkeran ve hatibû dabeşkirin, di daxuyaniya ji 6 madeyan pêk tê ku manîfestoya siyasî ya qaşo Şerê Rizgariya Tirkiyeyê bû. Di 28’ê Çileya 1920’î de li Stenbolê di civîna dawî ya Parlementa Osmanî de bi yekdengî hate pejirandin û di 17’ê Sibatê de ji raya giştî re hat ragihandin.

Beriya her tiştî Mîsak-i Millî tê wateya "Sonda Neteweyî". Di dema xwe de bi navê 'Ehd-i Millî' an jî 'Peymana Millî' jî hatiye naskirin. Ya duduyan, di 28'ê Çileya 1920'î de di rûniştina nefermî ya Parlamentoya Osmanî ya dawî de, danezana Peymana Neteweyî hat qebûlkirin û di 17'ê Sibata 1920'an de ji meclîsên cîhanê re hat ragihandin. Bi tevahî 6 made hene û ji bo 6 stûnên baweriyê jî tê gotin 'Eqîdeya Têkoşîna Neteweyî’.

Xaleke din a ku divê were zanîn jî ev e ku ji bilî vê yekê ku Şerê Rizgariyê li Anatolya û Trakyayê bi hemû leza xwe berdewam dikir, di Konferansa Aştiyê ya Parîsê de ku di 18’ê Çileya 1919’an de destpê kiribû, Danezana Pakta Neteweyî hat dayîn. Demeke ku pêşeroja Împaratoriya Osmanî dihat nîqaşkirin, ku bi perçebûna Împaratoriya Osmanî re wê tengav û Stenbol ji destê Tirkan bên standin. Kurd bi gelên herêmê re weke bendeke bêserûber li pêşiya projeya berfirehkirina Erdogan a ji nû ve vejandina Împeratoriya Osmanî ya nû û xêzkirina nexşeyên qaşo "Mîsak-i Millî" rawestiyan. Erdogan îro bi mazûvaniya konferansa tirkmenan a li Sûriye û Iraqê vê dawiyê serî li hîleyên din dide û wê nexşeyekê nîşan da ku beşeke mezin ji Sûriyê û Iraqê, ku tê de Kurd, Ereb, Suryan, Asûrî, Ermen, Tirkmen û neteweyên din lê dijîn. Ev yek nîşan dide ku niyeta Tirkiyeyê berdewam dike ku herêmê bikişîne nav rewşeke bêdawî ya şer. Bi nêzîkbûna dawîbûna Peymana Lozanê ya xedar re, xeyalên Tirkan bi ji nû ve danasîna Mîsak-i Millî û bipêşxistina Mîsak-i Millî ku gelên talankirî û axa xwe winda kirine hêrs dike. Rejîma Tirk ji bo têkçûyina dîroka Osmaniyan beriya 100 saliya peymana Lozanê, ji bo vejandina vê peymanê bi zagonî dimeşe.

Plana dewleta tirk

Dewleta Tirk planên xwe yên tinekirina destkeftiyên Kurdan û pêkanîna xewna vejandina Peymana Neteweyî zêde dike. Dewleta Tirk a ku bi xeta xiyanetê ya PDK’ê ve êrîşên xwe yên li ser her çar parçeyên Kurdistanê zêde kiriye, li Başûrê Kurdistanê jî, li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hikûmeta Iraqê re peymanên cuda çêdike. Li ser vê bingehê lihevkirin çêbûn, PDK bi xwe jî di nav de dewleta Tirk her tim polîtîkayên xwe yên dijberiyê dimeşîne û Rêveberiya Xweser a Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike armanc. Bi peymana Osmanî û Îranê. Dema ku sînorên navborî di sedsala 17 de hatin xêzkirin, dewleta Tirk bi van polîtîkayên qirkirinê yên ku rêveberiya Terakkî dabûn destpêkirin, Kurdistan girt û hewl da ku ji bona berjewendiyên xwe bikar bîne. 

Gelên Rojhilata Navîn winda kirin

Ev diyar e ku perçebûna Kurdistanê li ser bingeha Iraqê binpêkirina eşkere ya Peymana Neteweyî ye. Ev pêşketin ji aliyê gel ve bi hêrs tê pêşwazîkirin. Peymana Mûsil-Kerkûkê ku di 5'ê Hezîrana 1926'an de bi Îngilîzan re hat îmzekirin jî ji bo Kurdan destpêka qirkirinê ye. Rêber Apo li ser vê mijarê dibêje: "Berevajî baweriya gel, bi xêzkirina vî sînorî, ne tenê yedekên petrola Mûsil-Kerkûkê ji dest çûn, her wiha Kurd jî ji dest dan, xwişk-biratiya dîrokî ya Kurd-Tirk ji dest çû, yekitiya çandî ya Kurdan jî winda bû. Hemû gelên Rojhilata Navîn winda kirin". 

Dewamiya peymana Mîsak-i Millî

Peymana dewleta Tirk a dagirker Herêmên Kurdan dagir kirin, bi bikaranîna Kurdan ji bo gihîştina sînorên xwe yên netewî tê kirin. Li xaka Başûrê Kurdistanê zêdetirî 25 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker hene. Ev nîşan dide ku hewldaneke dagirkeriyê heye û gelek herêmên Başûrê Kurdistanê hatine dagirkirin.  Ev dagirkerî bi hevkariya PDK’ê desthilatiya herêmên Federe yên Başûrê Kurdistanê pêk tê. PDK û rayedarên wê axa Başûr radestî dewleta Tirk a dagirker dikin. Ev jî berdewamiya peymana Mîsak-i Millî ye.

ANF/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.