Hevkariyeke nû ya Zanîngeha Rojava

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 21 Îlon 2023 - 10:57

Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Binghamton ya li bajarê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) New Yorkê, peymana hevkariyê îmze kir. Ew ê di warê zanist û akademiyê de bi hev re kar bikin.

Zanîngeha Rojava li ser malpera xwe, ev peyman ragihand. Zanîngehê diyar kir ku ev peyman di çarçoveya xurtkirina têkiliyên zanistî û akademîk de li ser van çend xalan pêk hatiye:

  • Projeyên lêkolînî yên hevbeş di warên berjewendiya hevbeş de.
  • Pevguhertina weşan û raporên akademîk.
  • Di rêbazên hînkirina nûjen û çêkirina semîneran de şarezatiyan bi hev re parve bikin.
  • Organîzekirina sempozyûm, komxebat û konferansên hevbeş.
  • Şandina xwendekaran di navbera her du zanîngehan de.
  • Çalakiyên din ên ku her du alî jê sûd bigirin.

 

Agahiyên li ser zanîngehan

Zanîngeha Rojava, sala 2016'an hatiye avakirin. Navenda wê li Qamişloyê ye. Bi Kurdî, Ingilîzî û Erebî dersan dide.

Zanîngeha Binghamtonê, sala 1946'an hatiye avakirin û yek ji zanîngehên dewletê yên DYE´yê ye. Niha nêzî 15 hezar xwendekarên wê hene. Ji sala 2021’ê ve li DYE’yê dikeve nava 100 zanîngehên serketî. Dîsa ew her nava 500 zanîngehên serketî yên dinyayê de cihê xwe digire.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.