Hêvî Şanoger li Mexmûrê hat bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 29 Tebax 2024 - 00:18

Hêvî Şanoger di 27’ê Tebaxa 2004’an de ji bo xebateke çand û hunerê wê li Kerkûkê pêkbihatiba ji Mexmûrê ber bi Kerkûkê bi rêketibû, lê di encama qezaya tirafîkê de gihişt şahadetê. Hêvî Şanoger li pey xwe gelek lîstikên şanoyê bi helwest û sekna xwe perspektîfa hunera rast ji bo kedkarên çand û hunerê hişt. Hêvî Şanonger di 20’emîn salvegera şahadeta xwe de li ser gora xwe ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji aliyê hevalên xwe yên di kar û xebatên çand û hunerê de cih digirin ve hat bîranîn.

Merasîma biranînê bi tevlîbûna hemû Endamên Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr û Stêra Zêrîn ve bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Berdevka Navenda Çand û Hunerê Helena Babat daxuyaniyek hat dayîn.

Em ê her li ser şopa wan bin

Helena Babat di destpêka axaftinên xwe de di kesayeta şehîd Hêvî de hemû şehîden çand û hunerê bi bîranîn û got; “Îro salvegera şahadeta şehîd Hêvî ye, destpêkê em di kesayeta şehîd Hêvî de hemû şehîdên ku di beşa çand û hunerê de xebat dayîn meşandin û gihiştîn şahadetê, bibîr tînin. Em bejna xwe li ber ked, sekn, şoreşgerî û qehremantiya Şehîd Hêvî ditewînin. Wek tê zanîn girîngiya çand û hunerê ji dîrokê heta roja me ya îro di gelek qonaxan re derbaz bûye, di van qonaxên ku em têre derbazbûne bi xwe re gelek encamên giranbûha aniye. Em li beranberî van êrişên ku ji aliyê hemû dewletê cîhanê ve li ser me pêkaniye bin neketin, li rûxmê wan êrişan jî me gav paşde ne avêt û me gavên hîn mezintir di pêş de avêt. Yên ku bûyîn sedemê pêşketina çand û hunera me, yên ku bûyîn sedem ku em bi taybet li wargehê û hemû deverên Kurdistanê dikarin bi şêweyek jixwe bawer, hest, çand û hunera xwe bi awayek azad bînin ser ziman, ev şehîdin.

Ji bo vê jî em ê her tim şehîdên xwe bibîr bînin û li ser şopa van şehîdan jiyana xwe bimeşînin. Ev çi di aliyê mûzîkê de be, çi di aliyê şanogerî û govendê de be emê her tim li ser şopa wan bimeşin. Heval Hêvî kar û xebatên xwe ne tenê di nava civakê de pêkaniye, li rûxmê ku malbat û jiyanek ya wî hebû jî di wan şert û mercên ewqas zehmet de malbat û jiyana xwe hişt. Em dûbare di kesayeta şehîd Hêvî Şanoger de hemû şehînên çand û hunerê bi bîrtînin.”

Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.